31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
- rojane
- 09:47 11/3
Ji rojnamevan Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çûbû Sêwregê û careke din venegeriya, 31 sal in agahî nayê girtin. Di vê pêvajoyê de ne li aqûbeta Babaoglû hat pirsîn ne jî kiryar hatin dîtin. Bira Cemal Babaoglû got: "Em piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd. Nazimek çû, lê bila Nazimên din neçin."