PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
- rojane
- 13:03 09/5
PKK’ê ragihand ku piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wan Kongreya 12'emîn a PKK'ê li dar xistiye.
PKK’ê ragihand ku piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wan Kongreya 12'emîn a PKK'ê li dar xistiye.
Şaredariya Rêya Armûşê li dijî biryara qeymeqamtiyê ku nehiştibû navê Wekîlê DEP’ê Orhan li parkê were kirin, serî li Dadgeha Îdareyê da.
Mûrat Çelîk ê li Girtîgeha Metrîsê gardiyanekî êrîşî wî kir, dema giliyê gardiyanan kir bi îdiaya 'li dijî wezîfedarê erkdar li ber xwe da' doz lê hate vekirin. Li aliyê din, girtîgehê dîmenên ku 'şîdetê vedişêre' bi temamî ji dadgehê re şand.
Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li bajarê wî Semsûrê şîn hate danîn.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de bi hinceta di weşanên zindî yên 6 'ê Sibatê 'agahiyên şaş li raya giştî belav kiriye' doz hat vekirin.
Dîcle Anter diyar kir ku Sirri Sureyya Onder heta kêliya dawî jî ji bo aştiyê têkoşiya û got: “Sirri, ji bo dewlet bi rastiyan re hevrû bibe têkoşiya.”
Mûrat Çelîk ku piştî 31 salan ji girtîgehê hate berdan, li warê xwe Bismilê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
Hevseroka TUAYDER’ê ya Antalyayê Nazîme Bayhan diyar kir ku li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene û got: “Girtiyên rewşa wan giran hene. Em naxwazin darbestên wan ji girtîgehan derkevin. Divê tavilê bên berdan.”
Li çiyayê Gabarê ku wêrankirina xwezayê dewam dike, birîna daran ji nû ve destpê kir. Darên ku hatine birîn li rex rêya dane serhev.
Di nava 4 mehan de li Şirnexê 12 kesên krîza dil derbas kirin, ji ber xizmetên tenduristiyê yên kêm jiyana xwe ji dest dan. Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Serdar Kunî got: “Divê gel bikare xwe bigihîne polîklînîk û xizmetên tenduristiyê.”
Endamê OHD'ê Diyar Çetedir diyar kir ku ji bo pêvajo bi pêş bikeve divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û bi civakê re hevdîtinê pêk bîne û got ku divê di mijara "mafê hêviyê" de demildest gav bên avêtin.
Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew li bendê ne ku dewlet û desthilat di nêz de bikevin nava liv û tevgerê û girtiyan serbest berdin û gotin: "Em hem li benda aştiyê ne, hem jî li benda gotinên birêz Ocalan in."
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi hinceta ku ziyaretvan hembêz kirine û tililî avêtine, mehek cezayê qedexeya ragihandinê dan 6 girtiyan û li 3 girtiyan jî ji bo mehekê cezayê qedexeya çalakiyan hate dayin.