ŞÛTSO: Gotinên demokratîkbûyîn û normalîzekirinê turîzmê geş dike
Endamê Meclisa ŞUTSO'yê Serhat Gerger, got: "Bi gotinên aştiyê re, di demeke kurt de li bajêr hesteke berbiçav a rihetî û bêhnvedanê dest pê kiriye. Ligel gotinên demokratîkbûn û normalîzekirinê, livûtevgera turîzmê jî dest pê kir."
Li Amedê etîketên bi Kurdî li esnafan hatin belavkirin
Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de li Amedê etîketên bi Kurdî li esnafan hatin belavkirin.
Esnafên Wanê: Ji bo aboriyê ji bilî aştiyê tu rêyên çareseriyê nînin
Dihat payin ku beriya meha Remezanê di bazara li Taxa Xaçortê ya Wanê hatibû danîn de esnaf ticareteke baş bikin. Lê ji ber krîza aborî û bêkariyê, esnaf nikarin tiştên xwe bifiroşin. Esnafan got: “Ji bo aboriyê, ji bilî aştiyê tu rêyên çareseriyê nînin.”
Krîza aborî didome: Bihayê goşt di salekê de ji sedî 300 zêde bûye
Ji ber krîza aborî, hêza kirîna welatiyan kêm dibe û biha zêde dibin. Bihayê goştê sor ku par di navbera 400-500 TL'yî de dihat firotin, îsal di navbera 700-800 TL'yî de ye.
Li Rûbarokê ji bo zerarên serayê tenê 15 hezar TL hate dayîn
Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ji ber berfê bi dehan sera hilweşiyan, welatiyan bi milyonan zerar kirin. Welatiyên ku serî li Qeymeqamtiyê dan, ji bo zerarên wan tenê 15 hezar TL hate dayîn.
Rapora ÎSÎG’ê: Di Çileyê de herî kêm 146 karkeran jiyana xwe ji dest dan
ÎSÎG’ê rapora xwe ya cînayetên kar a meha Çileyê aşkera kir û da zanîn ku herî kêm 146 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Li Çarşiya Penêrfiroşan kar nîvî nîvî kêm bûye
Li Çarşiya Penêrfiroşan a Sûr a Amedê, penêr ku di salên berê de bi bermîlan dihat firotin, niha bi xiraman tê firotin.
Ji ber deynê qeyûm dest danîn ser wesayîta şaredariyê
Piştî hilbijartinên xwecihî, ji ber 1 mîlyar û 123 milyon deynê qeyûm dest danîn ser wesayîta meqam a Şaredariya Rêya Armûşê.
Budçeya 2025’an 1,8 trîlyon lîreyan li kêmiyê da
Budçeya rêveberiya navendî, di sala 2025’an de 1,8 trîlyon lîreyan li kêmiyê da.
KESK’ê li seranserî welat kar berda
KESK’ê, bi sedema ku TUÎK’ê daneyên rast parve nekiriye û li dijî zema tê payin bo mûçeyên memûran bê kirin, li seranserî welat ji bo rojekê çalakiya berdana kar kir.
Aborîzan Doguş: Biryara bacê ya Trump dibe ku 2.5 milyar dolar dahata Tirkiyeyê kêm bike
Aborînas Îlhan Doguş diyar kir ku baca gumrikê ya ji sedî 25 a zêde ya ku ji hêla DYA'yê ve li ser welatên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin tê sepandin, dê bi qasî 2.5 milyar dolar dahata îxracatê li ser Tirkiyê kêm bike.
Ji bo salekê tenê 3 hezar û 119 TL zem ji bo teqawidan hate kirin
AKP’ê, pêşniyarqanûna ku mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar dike pêşkeşî Meclisê kir. Heke qanûn ji Meclisê derbas bibe, dê ji bo salekê tenê 3 hezar û 119 TL zem ji bo mûçeyê teqawidan were kirin.
Di doza Licikê de hat xwestin ku dadger were guherandin
Danişîna doza 9 karkerên di karesaeta madenê ya Licikê de jiyana xwe ji dest dan hat lidarxistin. Parêzeran xwest dadger were guherandin û danişîn hat taloqkirin.
Li Mêrdînê ji sedî 36 zem ji bo avê hate kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, ji bo avê ji sedî 36 zem kir.
KESK dê li dijî daneyên TUÎK'ê greva giştî bike
KESK, dê li dijî daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê ku dê yekser bandorê li zemên mûçeyên memûran bike, di 14’ê Çileyê de dê greva berdana kar li dar bixe.