Endamên malbata Şenyaşarê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Endamên malbata Şenyaşarê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wî yên ku li Pirsûsê di encama êrişa endamên AKP'ê de hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bîranîn.

GOÇ-DER'ê ji gundê di salên 90'î de hat valakirin bang kir: Em ê vegerin gundên xwe
GOÇ-DER'ê ji gundê di salên 90'î de hat valakirin bang kir: Em ê vegerin gundên xwe

GOÇ-DER'ê di çarçoveya Hefteya Koçberiyê de serdana gundê Bîrikê yê li navçeya Bismilê ya Amedê kir û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo Kurdan ax ne tenê qadeke jiyanê ye, hilgira kok û hafizayê ye û banga vegerê hat kirin.

Civakîbûna aştiyê hat nîqaşkirin
Civakîbûna aştiyê hat nîqaşkirin

Di axaftinên beşa "Civakîbûna Demokrasî û Aştiyê" de hat destnîşankirin ku aştî bi hevrebûna hemû derdorên civakî pêkan e.

Li Antalyayê zilamekî 2 kes qetilkirin
Li Antalyayê zilamekî 2 kes qetilkirin

Orhan Bûlak, hevjîna xwe Aslihan Ozturk Bûlkê û bavê wê Cafer Tayyr Ozturk bi çekê qetil kir.

Li Helebê 2 zarokên ji Kobanê ji bo fîdyeyê hatin revandin
Li Helebê 2 zarokên ji Kobanê ji bo fîdyeyê hatin revandin

Komên çekdar du zarokên ji Kobaniyê, yek 9 salî û yê din 16 salî, li Helebê ji bo fîdyeyê revandin.

Ahmet Turk behsa xwe kir: Pirsgirêka Kurd ez im!
Ahmet Turk behsa xwe kir: Pirsgirêka Kurd ez im!

Di konferansa “Di sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê’ ya ku li Stenbolê tê lidarxistin de, Ahmet Turk li ser pirsgirêka Kurd axivî û got: “Nasnameya min tune ye. Zimanê min tune ye. Gelê min tê înkarkirin. Ji ber vê pirsgirêka Kurd ez im.”

Di konferansê de niqaşa 'pêşeroja hevpar'
Di konferansê de niqaşa 'pêşeroja hevpar'

Di konferansa li Stenbolê de "pêşeroja hevpar" hat nîqaşkirin û hat gtin ku her kes bi ser dikeve, çima Kurd bi ser nekevin.

Çawîşê pispor ji heman malbatê 4 kes qetilkirin
Çawîşê pispor ji heman malbatê 4 kes qetilkirin

Li Şemzînanê, Çawîş Musa Gezer hevjîna xwe Gulşen Gezer û sê endamên malbata wê kuşt û kesek bi giranî birîndar kir.

Remzî Kartal: Dê pêvajo bi ser bikeve
Remzî Kartal: Dê pêvajo bi ser bikeve

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di civîna gel li Gotzisê de axivî û diyar kir ku ji her demê bêtir hewceyiya gelê Kurd bi yekîtî û aştiyê heye û anî ziman ku baweriya wî bi serketina pêvajoyê heye.

Lêpirsîna şewata ku bû sedema mirina 15 kesan 2 sal in didome!
Lêpirsîna şewata ku bû sedema mirina 15 kesan 2 sal in didome!

Du sal di ser karesata şewatê re ya li deverên gundewarî yên navçeyên Xana Axpar û Şemrexê derbas bûn ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, lê ji lêpirsînê tu encam bi dest neketin. Malbatan bi hêrs bertek nîşanî nebûna darizandinê dan û diyar kirin ku hewl tê dayîn ku ser tiştên qewimîne bê girtin.

ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2026'AN
ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Civîna duyemîn a konferansê:Serketina pêvajoyê dê ji bo cîhanê bibe mînak
Civîna duyemîn a konferansê:Serketina pêvajoyê dê ji bo cîhanê bibe mînak

Bekîr Agirdir di civîna duyemîn a ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de’ de axivî û got:“Em nikarin bi pêşbaziya êşê ve dahatûyê ava bikin”. Nivîskar Serhun Al anî ziman ku di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e û “dê ji bo cîhanê bibe mînak.”

Dayikên Şemiyê cihê gora Veysel Guney pirsîn
Dayikên Şemiyê cihê gora Veysel Guney pirsîn

Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya 1107’an de daxwaza aşkerakirina cihê gora Veysel Guney yê hatî darvekirin kirin û cenazeyê wî nedane malbata wî kirin.

Xizmên Windayan li çar bajaran daxwaza edaletê kirin
Xizmên Windayan li çar bajaran daxwaza edaletê kirin

Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê di çalakiya d“Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vê hefteyê pirsa aqûbeta windayan û daxwaza darizandina faîlan kirin.

‘Ragirtina girtiyên nexweş binpêkirina mafê jiyanê ye’
‘Ragirtina girtiyên nexweş binpêkirina mafê jiyanê ye’

Di çalakiyên li Enqere û li Stenbolê de bal hate kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Sabrî Yavuz û Oktay Koça û hate destnîşankirin ku ragirtina wan a li girtîgehê binpêkirina mafê jiyanê ye.

1 2 3 4 5 > Rupel 1 / 5.629