Di Konferansa Munîhê de nîqaşê ewlehiyê
Ajansa Welat, di nûçeyeke xwe ya analîzê de îşaret bi hûrgiliyên 62’yemîn Konferansa Munîhê kir û diyar kir ku hem civîn, nîqaş û hevdîtinên li konferansê hem jî çapemeniya cîhanê pêvajoya heyî wek serdema qutbûna têkiliyên transatlantikê şîrove dike.
Aldar Xelîl: Bi komployê xwestin li Rojava şerê gelan bidin destpêkirin
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku piştî 27 salan, bi rêya komployekî mîna komploya navneteweyî li Rojava paradîgmaya "Neteweya Demokratîk" kirin hedef û got: "Xwestin Kurd û Ereban berdin hev. Heke ev lîstik bi ser biketa, dê şerekî 100 salan dest pê bikira."
Li Dêrazorê ku di bin kontrola HTŞ'ê de ye çi diqewime?
Rêveberiyên herêmî yên li Dêrazorê, di bin navê “bacê” de pergala xeracê xistiye meriyetê û çeteyên sûcê hatine berdan. Vê rewşê jî rê li ber hêrsa gel vekir.
Kesên li dijî komployê pêşengiya berxwedanê kirin
Berteka herî xurt a li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Abdullah Öcalan ku niha di sala xwe ya 27'an de ye, çalakiyên "Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin" bûn.
Ocalan komployê vedibêje: Ez li pêşberî hesabên hegemonîk ên 200 salî asteng bûm
Abdullah Ocalan di mijara komploya navneteweyî ya ku ketiye sala 27'emîn de, balê dikişîne ser “xeta NATO-Gladyo” û destnîşan dike ku sedema herî girîng a komployê ew e ku "ez li pêşiya hesabên hegemonîk ên du sed salan ên li ser Rojhilata Navîn, wekî astengiyeke cidî derketibûm holê."
Li Efrîn û Helebê sepanên dermirovî zêde dibin
Li taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li Efrînê, sepanên girtin, îşkence, qetilkirin, koçberkirin û desteserkirina mal û milkê gel ên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk zêde dibin. Bi van êrişan, avadaniya civakî ya gelê Kurd hedef tê girtin.
Li Dêrazorê şerê petrolê kûr dibe: Gefên li dijî eşîran û şaneyên veşartî
Li Dêrazorê aloziya li ser kontrolkirina çavkaniyên petrolê ya di navbera eşîran û HTŞ’ê de kûr dibe. Li rexekî HTŞ’ê gef li eşîran dixwe, li hêla din alîgirên DAIŞ’ê bîrên petrolê dişewitînin û li hêla din jî bi destwerdana komên girêdayî Tirkiyeyê re rewş ber bi teqîneke mezin ve diçe.
Ji Rojava bo hemû Kurdistanê: Yekitiya neteweyî û siberojeke hevpar
Êrişên li ser Rojavayê ne tenê dihêlin ku Kurd wekî kirdeyeke siyasî ya kolektîf derkevin holê, di heman demê de nîşan didin ku ev kirdebûn, bêyî piştgiriya yekitiya neteweyî nikare domdar be. Bertekên ku li seranserê Kurdistanê belav dibin, nîşan didin ku divê her du pêvajo bi hev re bimeşin.
Tiştên li Helebê diqewimin û hesabên Şamê
Di pêvajoyeke wiha de ku her du alî li ser Peymana 10'ê Adarê nêzî lihevkirinê bûn, konsepta ku li Helebê hat pêkanîn, careke din nîşan da ku Kurd ne hedefeke hêsan in. Lêbelê, îhtimala ku Şam, li gorî daxwazên Enqereyê tevbigere û li deverên mîna Reqayê jî heman tiştan provakasyonan biceribîne zêde ye.
Êrişên li ser Helebê rêya Şamê diyar dikin
Êrişên li ser Helebê bi awayekî zelal rêya siyasî ya ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daye ser, nîşan dide. Tiştên ku diqewimin, didin der ku li şûna veguherîneke demokratîk, ji nû ve avakirineke navendî esas tê girtin.
Gelo tiliya Tirkiyeyê di êrişên ser Helebê de heye?
Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê didomin. Êrişên ser Helebê, weke bandora polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan tê nirxandin.
Zapatîstayî li benda dewletê neman xweseriya xwe ava kirin
Zapatîstayî ji dêleva ku li benda dewletê bimînin, bi derfetên xwe jiyanekî kolektîf ava kirin. Ew di qadên çandinî, edalet, tenduristî, perwerde û rêveberiyê de pratîkekî afirîner nîşan didin.
Li Îrlandaya Bakur modela 'rêveberiya hevpar'
Pêvajoya şer û pevçûnan a li Îrlandaya Bakur, piştî muzakereyan bi sepana “modela hevpar” bi dawî bû.
DAIŞ xwe jinûve birêxistin dike: Bi hezaran hucreyên wê ji bo êrişê li benda firsendê ne!
Bandora DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê her ku diçe zêdetir dibe û xwe dibin pêşengtiya Muhammed Saîd Silebî de jinûve birêxistin dike. Tê gotin ku 4 hezar hucreyên rêxistinê niha ji bo bikevin nava tevgerê li benda firsendê ne.
Li Kolombiyayê 'edaleta dema veguhêz' aştî mayînde kir
Li Kolombiyayê veguherîna pêvajoya şer a nêzî 60 salî ber bi aştiyê ve, bi gavên di çarçoveya edaleta dema veguhêz de pêkan bû.