ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
- rojane
- 09:00
Li navçeya Gwer a bajarê Hewlêr ê Herêma Federe ya Kurdistanê, aloziya di navbera peşmergeyên PDK’ê û şêniyên gundê Lacanê de dewam dike.
Endamên Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Îmraliyê vegeriyan.
Konsolosê DYA’yê yê Edeneyê Eric R. Mehler û Midûra Karên Siyasî Minta Brodzinski çûn serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê û têkildarî pêvajoyê agahî girtin.
Danişîna doza S.K. ku êrişa zayendî li zaroka 12 salî kiribû û dayika zarokê ku tê îdiakirin ji bo êrişê alîkar bûye, hate taloqkirin.
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte bi dayîna antîbiyotîkên nû didome.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li hember êrişên sîstematîk ên li Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan banga xurtkirina îradeya hevpar kir.
Hat ragihandin ku nifûsa li Herêma Federe ya Kurdistanê û li herêmên derveyî îdareya wê derket 10 milyon û 496 hezar û 112 kesan.
DFG û Rojnameya Yenî Yaşam dê di 32'yemîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de, bombekirinê protesto bikin û bîranînekê li dar bixin.
Fîlozofê Îtalî Mauro Ceruti diyar kir ku ew piştgiriyê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Ev rêça nû dikare li Rojhilata Navînê bibe mînakeke erênî."
Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin û 31 sal in girtî ye, bi hinceta ku gotinên Seyîd Riza yên di dema darvekirinê kiribû de dubare kiriye, ji bo 9 mehan hate taloqkirin.
Elewiyên Ereb ên ku ji bajarên cuda hatin ber Meclisê ku li dijî komkujiyên Elewiyan li Sûriyeyê nerazîbûnê nîşan bidin, gotin: "Divê ev pêkanînên nemirovane demildest werin rawestandin, sûcdar hesab bidin û mexdûr bên parastin."
Dîlaver Karasû yê ku ji bo danişînê ji Girtîgeha Erziromê sewqî Girtîgeha Xelatê hat kirin, çendî daxwaz kir jî nehat şandin û dê ji bo danişînê 3 mehan li vir di hucreyê de bê girtin.
Her çiqas hevdîtinên li ser Peymana 10'ê Adarê xitimîbin jî, Salih Muslim bal kişand ser hevrêziya li pişt perdê ya di navbera Tirkiye û Şamê de, deverên ku ji bo DAIŞ'ê hatine vekirin û êrişên li ser gelên Elewî û Durzî û got: "Heke demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye."
Endamên Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.