NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Ingilistanê, piştgiriya xwe ya bi pêvajoya di navbera Tirkiye û Tevgera Azadiyê ya Kurd de ragihand û bang li aliyan kir ku rêzê ji ewlehî, îstîqrar û serweriya hiqûqê re bigirin. Wezaretê, bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî biryarên DMME’yê tevbigere.
Navenda Pêşveçûna Kurdî (Centre for Kurdish Progress) ya ku navenda wê London e, li ser gava PKK’ê ya ku di Cotmehê de hemû hêzên xwe ji Tirkiyeyê û xeta sînor vekişand, nameyeke berfireh ji Wezareta Karên Derve ya Ingilistanê (FCDO) re şand.
Di nameyê de îşaret bi gavên dîrokî yên aliyê Kurd hate kirin û hate diyarkirin ku PKK’ê herî dawî 26’ê Cotmehê hemû hêzên xwe ji Tirkiye û herêmên sînor bi temamî vekişand. Hate destnîşankirin ku ev gava PKK’ê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di meha Sibatê de hate avêtin.
Bi domdarî di nameyê de hate ragihandin ku aliyê Kurd mesele ji qada leşkerî veguhest qada siyasî û hate diyarkirin ku pêvajo ji bo aştiyê derfeteke krîtîk û hesas pêşkêş dike. Hate ragihandin ku ji bo serkeftina pêvajoya pêdivî bi nêzîkatiya siyasî û hiqûqî ya Enqereyê û piştevaniya dîplomatîk a hevkarên navneteweyî yên Tirkiyeyê heye.
PIRS JI WEZARETÊ KIR
Kurdish Progress di berdewamiya nameyê de ev pirs kir: “Piştî vekişîna hemû hêzên PKK’ê, nirxandina hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî û hewldanên wê yên dîplomatîk wê çi bin? Plan dike ku çawa piştgirî bide diyaloga navbera Enqere û nûnerên Kurd? Ji bo aktorên siyasî yên Kurd bi rengekî ewle derbasî pêvajoya tevlibûna demokratîk bibin garantiyên qanûnî bên teşwîqkirin, statuya Abdullah Ocalan û bandora şert û mercên tecrîdê ya li ser îstiqrara pêvajoyê û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de Tirkiye heke biryarên DMME’yê pêk neyîne, wê berteka dîplomatîk a Qraliyeta Yekgirtî çi be?”
WEZARETÊ BERSIV DA PIRSAN: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYÊ
Wezareta Karên Derve têkildarî helwesta hikûmetê û stratejiya wê bersiv da nameya Centre for Kurdish Progress. Wezaretê diyar kir ku Qraliyeta Yekgirtî gavên dawî yên ji bo aştî û ewlehiyê hatine avêtin bi kêfxweşî pêşwaz dike û got, ew piştgiriyê dide pêvajoya bi PKK’ê re. Wezaretê piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan anî ziman û bilêv kir ku ew timî Tirkiyeyê teşwîq dikin ku weke endamê damezrîner ê Konseya Ewropayê berpirsyariyên xwe bi cih bîne û girêdayî hiqûqê bimîne.
‘DIVÊ TIRKIYE BIRYARÊN DMME’YÊ BICIH BÎNE’
Wezaretê bal kişand ser rewşa siyasetmedarê Kurd ê girtî Selahattîn Demîrtaş û biryarên DMME’yê û got: “Fikara Qraliyeta Yekgirtî ya têkildarî girtîbûna Selahattîn Demîrtaş didome û bang li Tirkiyeyê dike ku berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya PMME’ û DMME’yê de bi cih bîne. Qraliyeta Yekgirtî ji bo şopandina van dozan bi rengekî aktîf tev li pêvajoyên Konseya Ewropayê dibe û hîn jî Tirkiyeyê teşwîq dike ku di reformên mafên mirovan de pêşketinê bi dest bixe.”
