ŞIRNEX - Şîna endamê HPG’ê Serhat Korkmaz bi girseyî hate ziyaretkirin.
Ji bo Serhat Korkmaz (Çiyager Amed) ê HPG'î, li navçeya Hêne ya Amedê şîn hate danîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şîna Korkmaz. Girse, bi dirûşma “Şehîd namirin” çûn cihê şînê.
Endamê MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç, piştî rêzgirtinê axivî û got: “Di jiyana asayî de mirov dijîn, pîr dibin, dimirin û zarok, dê û bavê xwe defin dikin. Şer lanetek wiha ye ku em zarokên xwe yên şehîd defin dikin. Carinan jî cenazeyên wan nayê dîtin. Ji bo pêvajoya nû divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere. ”
Serdana girseyî piştî duayan bi dawî bû.
