Tedawiya rojnameger Aykol didome
- rojane
- 15:53
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin, bi antîbiyotîkên nû didome.
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin, bi antîbiyotîkên nû didome.
Bernameya Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ku dê ji aliyê DEM Partiyê ve di 6-7'ê Kanûnê de li Stenbolê bê lidarxistin, eşkere bû.
Serokkomar Tayyîp Erdogan gotina "Ev pirsgirêk pirsgirêka min e" bi bîr xist ku di sala 2005'an de di serdana Amedê de kiribû û got, di mijara pêvajoyê de ew xwedî heman îradeyê ne.
Wezareta Karên Derve ya Ingilistanê, piştgiriya xwe ya bi pêvajoya di navbera Tirkiye û Tevgera Azadiyê ya Kurd de ragihand û bang li aliyan kir ku rêzê ji ewlehî, îstîqrar û serweriya hiqûqê re bigirin. Wezaretê, bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî biryarên DMME’yê tevbigere.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî îdiaya Şamîl Tayyar ku digot “Abdullah Ocalan di hevdîtina bi Şandeya Komîsyonê ya Meclisê re de got heke pêvajo bi ser nekeve dê di nava MHP’ê de li dijî Bahçelî derbe bê kirin” axivî û ev îdia derewand.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku têkildarî hevdîtina bi Abdulah Ocalan re daxuyanî da, ragihand ku Ocalan gotiye, "Di pêvajoya demkî ya em tê de ne, dê bi pêkanîna qanûneke aştiyê ya xweser û li ser esasê hiqûqa yekpare re, diyardeya tundiya siyasî û mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve."
Li gor rapora DFG'ê, di meha Mijdarê de li 15 rojnamevanan 17 sal cezayê girtîgehê hatiye birin, 8 rojnamevan hatine binêavkirin, der barê 8 rojnamevanan de doz û 14 kesan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji ber dozên berê darizandina 79 rojnamevanan î dewam kir û 91 rojnamevan jî ji kar hatine derxistin.
Li Îzmîrê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin.
Di bîranîna sala 31’emîn a bombekirina rojanmeya Ozgur Ulkeyê de ev peyam hate dayin: “Heqîqet, misogeriya aştiyê ye. Heqîqet çiqas derkeve holê, em ê ewqas nêzî aştiyê bin.”
Ahmet Erçîl ê 12 salî ku duh di Çemê Dîcleyê de wer bûbû û ketibû ber şîpê, cenazeyê wî hat dîtin.
Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê, der heqê girtiyê nexweş Hakki Goren rapora “Nikare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe bicih bîne” da û got dikare seqwî Girtîgeha Tîpa R’yê were kirin.
Ozlem Tosûn, xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ku dema li Esenyûrtê diçû mala xwe bi êrişekê re rû bi rû ma û jiyana xwe ji dest da, bal kişand ser kêmasiyên di dosyeya lêpirsînê de û got: "Em dixwazin edalet pêk were."
Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Wanê, di nava 10 mehan de li bajar herî kêm 158 binpêkirinên mafan çêbûn. Binpêkirinên qeyûm, zexta sîxurtiyê û sepanên li girtîgehan çendek ji van binpêkirinan e.
Qereqol, kulûbeyên nobedariyê û terasa seyrê yên ku li ser lûtkeya Toprakkale ya ku wek paytexta duyemîn a Qraliyeta Ûrartûyê tê qebûlkirin hatine çêkirin, dîroka hezar salan bi tunnebûnê re rû bi rû dihêle.
Prof. Dr. Şebnem Oguz bal kişand ser girîngiya civakîbûna aştiyê û got: "Îro meseleya Kurd û pêvajoya aştiyê, ne tercîheke taktîkî ye. Ji ber vê yekê, girîng e ku CHP rêbazek berfirehtir bipejirîne ku barê aştiya civakî hilgire."