Li Dêrsimê tora fihûşê: Nav bi nav eşkere kir

  • jin
  • 11:37 3 Kanûn 2025
  • |
img

DÊRSIM - Li Dêrsimê jina bi navê B.T. ku di gilîya xwe de, behsa pêvajoya ku gav bi gav çawa ber bi fihûşê ve hatiye kaşkirin, kir. B.T.'yê peywirdarên cemaweriyê jî di nav de navê gelek kesan teşhîr kir û giliyê wan kir. 

 
Li Dêrsimê, B.T.'ya ku ji ber tengasiyên aborî gav bi gav ber bi fihûşê ve hatiye kaşkirin, di serlêdana xwe ya li Serdozgeriya Komarê de tora çeteyan eşkere kir. Jinikê diyar kir ku gelek karmendên cemaweriyê jî di nav torê de cih digirin û di serlêdana xwe de nav bi nav şebekeya fihûşê eşkere kir. B.T.'yê di serlêdana xwe de, giliyê Şafak Gur, Cem Tekînoglû ku bi darê zorê fihûş li xwendekarên zanîngehê ferz dikir û paşê bû şêwirmendê Parlamenterê CHP'ê Cemal Engînyûrt, xebatkarên Zanîngeha Mûnzûrê, dikandar û peywirdarên cemaweriyê kir. 
 
B.T. ku niha di bin parastinê de ye, di gilînameya xwe de serpêhatiyên xwe wiha vegot: "Di Hezîrana 2025'an de, jinek bi navê Şafak Gur ku min wê li navçeya Pêrtagê nas dikir, gazî min kir ku bêm navenda Dêrsimê. Ez hatim û li cem wê mam. Nêzîkî du hefte şûnde, wê got, 'Tu li mala min mayî; deynên min ên krediyê hene. Tu dê 20 hezar TL di berdêla wê de bidî min.' Min jê re got, 'Ew qas pereyê min tune. Ez nikarim wî pereyî bidim te.' Şafak Gurê dû re got, 'Ez bi mirovan re di berdêla pereyan de têkiliya cinsî datînim.' Tu jî dikarî bikî.' Zilamek bi navê Taha Suner ku min ew bi rêya Şafak Gurê nas kir, bi otomobîleke reş ku marqe û modela wê nizanim hat ber malê. Şafak Gur ji malê derket, li otomobîla Taha Suner siwar bû û çûn. Roja ku Şafak Gur ji min 20 hezar TL xwest, wî bi navê tolga_2388 ji hesabê min ê Instagramê yê neçalakkirî re peyamek şand. Di peyamê de got, 'Heke tu bi min re têkiliya cinsî deynî, ez ê 20 hezar TL bidim te.' Min heqaret lê kir û hesabê xwe yê Instagramê girt. Demek şûnde, roja baş nayê bîra min, Şafak Gurê selfieyek bi min re kişand. Wê wêneyê di hesabê xwe, safak_drndnz_gur de parve kir. Şafak Gurê paşê ji min re got, 'Erhan Oz te ecibandiye. Navbera wî û Midûrê İş-Kurê baş e. Dê te têxe kar, dixwazî baixivin.'" 
 
BI SOZA KAR
 
B.T. diyar kir ku zextên li ser wê roj bi roj zêde bûne û di giliya xwe de diyar kir ku wê bi rêya hesabê medyaya sanal bi Erhan Oz re têkilî daniye û wiha domand: "Piştre, ez li ser Instagramê bi vî kesî re axivîm. Piştre me hejmarên telefonên xwe dan hev û em bi telefonê axivîn. Rojekê, dema wê baş nayê bîra min, nava rojê, ez çûm mala Erhan Oz. Li wir, wî got, 'Ez ê te têxim kar, lê di berdêla wê de, tu yê bi min re têkiliyeke cinsî deynî.' Min qebûl kir. Di berdêla wê de, wî ez xistim İş-Kurê. ... Min dest bi karê paqijkeriyê kir û ez hîn jî li wir dixebitim. Tenê carekê min bi Erhan Oz re têkiliya cinsî danî."
 
SILSILEYA TORÊ
 
B.T.'yê diyar kir ku du hefte piştî mayîna li mala Şafak Gurê, hevalê Şafak Gurê hatiye mala Gungor Gulerê û piştî Şafak Gurê pêşniyaza rêderketî ya hevalê xwe jê re vegotiye ew ji malê derketiye û li parkê bi hevala xwe ya bi navê Ozlem re hevdîtin kiriye û jê re gotiye pêdiviya wê bi malekê heye. B.T.'yç diyar kir ku vê hevala wê jî hejmara telefona hevalê xwe yê emlakvan ê bi navê Ozkan Aslan daye wê û got: "Ev kes, di heman demê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê ewlekar e. Min jê re got, ji min re cihekî mayinê eyar bike. Paşê li min geriya. Ji min re got, 'Were cem Aparta Avestayê em biaxivin.' Ji min re got, li vê 'Apartê bimîne.' Min jî got, 'temam' û em derketin jor. Odeyê rê min da. Paşê ew derket. Ez jî li odeyê mam û ez razam. A din a rojê, peyam ji min re şand. Ji min re got, 'Min heqê odeyê daye.' Min jî jê re got, 'Min dest bi kar kiriye, ez ê pereyê te bidim te.' Du hefte şûnde, berambiray mayina min a li odeyê 18 hezar TL ji min xwestin. Ez jî li Ozkan Aslan geriyam û min jê re got 'Ez nikarim vî pereyî bidim.' Ozkan Aslan, ji min re got 'Here odeya xwediyê Aparta Avestayê Kemal Demîrel. Niha aaraqê vedixwe. Tu jî here pê re vexwe û piştî te ew serxweş kir jê re bêje ez nikarim kirê bidim û ew ê qebûl bike.' Min jî qebûl kir û ez çûm odeya wî. Me bi hev re araq vexwar. Paşê min ji Kemal Demîrel re got ez nikarim kirê bidim. Wî jî got, 'Kirê nede, li apartê bimîne, tiştek nabe.' Bi Kemal Demîrel re tu têkiliyeke min çênebû. Lê Kemal Demîrel ji bo têkiliyeke cinsî min bi Çetîn Çam re da naskirin. Min jî qbeûl kir. Ez niha bi Çetîn Çam re diaxivim, lê tu têkiliyeke min a hestiyarî bi vî kesî re tune ye." 
 
B.T. giliya Rahênera Midûra Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr Sîbel Yuksel, Cem Tekînoglû, şêwirmendê Parlamenterê CHP'ê Cemal Engînyûrt ku di sala 2019'an de bi zorê têkiliya xwendekarên zanîngehê yên li Dêrsimê bi qeymeqaman û walî re datanî, Zabît Yildiz, dikandarên bi navê Okan ku paşnavê wan nizane, Şafak Gur, Ozkan Aslan, Kemal Demîrel û Çetîn Çam kir.
 
MA / Şîlan Şîrvan Çîl      

Sernavên din

12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:37 Li Dêrsimê tora fihûşê: Nav bi nav eşkere kir
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Rojnameya Ozgur Ulkeyê tê lidarxistin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin
09:06 'Rayedarên li Şirnexê bêhiqûqiyan dikin bila li gorî qanûnan tevbigerin'
09:03 'Ji bo mafê hêviyê xala 90'emîn a destûra bingehîn bes e'
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
29/11/2025
18:09 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:34 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:02 Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe
15:55 Yurur û Taş ên PKK'yî hatin bibîranîn
15:23 Xwestin girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun bên berdan
14:55 Xizmên windayan li 4 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:19 Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan doza edaletê kirin
13:10 Welatiyên beşdarî şahiya gel bûn: Em ji bo aştiyeke birûmet bitêkoşin
12:54 Amîrê Polîsan gef li hevşaredarên Cizîrê xwarin