'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
- rojane
- 09:01 05/3
Akademîsyenê Aştiyê Onûr Hamzaoglû bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Divê em vê wekî têkoşîneke hevpar û destpêkek li ser esasê jiyana hevpar bibînin."
Akademîsyenê Aştiyê Onûr Hamzaoglû bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Divê em vê wekî têkoşîneke hevpar û destpêkek li ser esasê jiyana hevpar bibînin."
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kabaoglû piştî danişîna doza Baroya Stenbolê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev doza neheq û derqanûnî operasyoneke siyasî ye.
Danîşîna doza li dijî rêveberên Baroya Stenbolê hatibû vekirin hat taloqkirin. Heyeta daxwaza tevlibûna Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) qebûl kir û di danîşîna bê de dê bi SEGBÎS’ê parastina rêveberê girtî Firat Epozdemîr bê girtin.
Di operasyona navend Îzmîr e û li 11 bajaran pêk hat de 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin.
Zarokê 18 mehî Mehmet Uytun li Cizîrê di encama guleya gazê ya leşkeran de hatibû qetilkirin. Di danişîna doza qetilkirina Uytun de biryar keşfa cihê bûyerê dîsa nehat cîbickirin ku weke sedema betalkirina dozê hatibû nîşandan.
Li ser banga Abdullah Ocalan, MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora vê bangê bibin yek.
Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar di civîna koma DEM Partiyê de axivî û got: “Em soz didin birêz Ocalan. Weke Dayikên Aştiyê em ê destê xwe deynin bin kevir.”
Ji damezirînerên ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil de hate tehliyekirin.
HPG’ê ragihand ku tevî agirbesta hatiye ragihandin jî êrişên dewleta Tirk ên ji hewayî û bejahî ve didomin.
Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler ji peywirê dûr xist.
Danîşîna doza der barê rêveberên Baroya Stenbolê hatibû vekirin, destpê kir.
Serokê GUNSÎAD’ê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin û divê gavên baweriyê didin mirov bên avêtin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari gavên piştî banga Abdullah Ocalan divê bên avêtin rêz kir û got: “Gelek girîng e ku birêz Erdogan xwedî li pêvajoyê derdikeve. Ji bo aştiya vî welatî êdî gotin têr nakin. Dema Pratîk û îcraetan e.”
DFG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafan a meha Sibatê eşkere kir û got ku rojnamegerek hatiye qetilkirin, 18 hatine binçavkirin û 8 jî hatine girtin.