Xizmên windayan li 4 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
- rojane
- 14:55 29/11
Xizmên windayan û ÎHD'ê li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn û doza edaletê kirin.
Xizmên windayan û ÎHD'ê li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn û doza edaletê kirin.
Dayikên Şemiyê ku daxwaza edaletê kirin diyar kirin ku kiryarên Mahmut Dogan di binçavan de hat windakirin bi bêcezatiyê tên parastin.
Li Giyadînê welatiyên ku beşdarî pîrozbahiya ji nû ve vejînê bûn gotin "Divê hemû gelê me ji bo azadî û aştiyê bi hev re bixebite" û daxwaza xwe ya ji bo aştiyeke birûmet anîn ziman.
Hevşaredarên Cizîrê Guler Tûnç Yerebasan û Abdurahîm Dûrmûş ên ku çûn sempozyuma ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî li Cizîrê beşdar bû, ji aliyê Amîrê Polîsan ê Şirnexê ve gef li wan hat xwarin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel ku ji Çapemeniyê Berpirsiyar derheqê Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” de diyar kir ku ji gelek welatên cîhanê kesayetên navdar dê beşdarî konferansê bibin û got ku ew li ser dixebitin ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe.
-Serokê Giştî yê PDKê Mesud Barzanî li Cizîrê axivî û diyar kir ku ew ji bo pêvajoyê spasiyê li Abdullah Ocalan dike û amade ne piştgiriya bidin pêvajoya aştiyê.
Seroka Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sagkan ku beşdarî bîranîna Tahir Elçî bû, ji bo zelakirina cinayeta Elçî daxwaza lêpirsînê kir. Birayê Elçi, Ahmet Elçî jî got: "Werin em aştiyeke birûmet diyarî Tahir bikin."
TMMOB'ê ji bo li şûna avahiya pêvekî ya Polîs Okûlû û Midûriyeta Polîsan ku di erdhejê de hilweşiyabû, bibe park. Salek e serlêdana TMMOB'ê nehatine bersivandin. Hat hişyarkirin ku ger li vir bîna bên çêkirin, dê rê li ber karesatan bê vekirin.
Endezyarê Elektrîk-Elektronîkê Şahîn Agralî yê ku di salên zanîngehê de ji ber beşdarî çalakiyên demokratîk bû hat darizandin û ceza lê hat birîn, anî ziman ku 10 sal in ji ber dozan nikare karê xwe bike.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir anî ziman ku di serî partiyên muxalefetê divê hemû welatî ji bo bilindkirina dengê aştiyê hewl bidin û got ku hêza wan a ku bi desthilatê gav bidin avêtin heye.
Amedsporê li qada xwe Esenler Eroksporê 2-1 têk bir û pûanê xwe kir 29.
Papa 14. Leo ku li Îznîkê ayînê bi rê ve bir, piştî ayînê bi helîkopterê derbasî Stenbolê bû.
Girtiya nexweş Hevseroka HDP’ê ya berê ya Mûşe Bermal Nergîs ku di berxwedana gel a li Wanê de hatibû binçavkirin û girtin, tehliye bû.
Şaredariya Peyasê ku piştî "Peykerê Jinên Têkoşer" çêkir li ser medyaya sanal hedef hat nişandan, destnîşan ir u helwestên êrişkar ên bi vî rengî yên li dijî berhemên hunerî, aştî û çanda civakî û jiyana bi hev re hedef digirin.