ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
- rojane
- 09:00 04/11
Panela DMME'yê, îtiraza Tirkiyeyê ya der barê biryara binpêkirinê ya Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş de red kir.
Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê hat berdan, destnîşan kir ku têkoşîna jinan her tim serketî bûye û got: "Jin her tim têkoşer û xebatkarên pêvajoyê bûne. Ev têkoşîn dê di wê astê de bidome."
Parlamentera berê ya HDP'ê Huda Kaya, piştî itiraza parêzeran hat berdan.
Li Amedê li ser rêya Bûlwara Turgut Ozalê, wesayîta polîsên sivîl, li welatiyê bi navê Fatîh Polat qelibî.
Parlamentera berê ya HDP'ê Semra Guzel di rûniştina dawî ya doza xwe de hat berdan.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Li ser fermana Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî, destûr nehat dayin girse biçe serdana şîna gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Katarê. Polîsan jî girse dorpêç kir û êriş kir.
Tehliyeya Faruk Can cara 4’emîn hate astengkirin. Hevjîna wî Zarîfe Can ji bo hevdîtinê çû girtîgehê lê gardiyanan bi hinceta ku şêweyê girêdana dersoka wê neecibandin, hevdîtin asteng kir û 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê da.
Di lêpirsîna der heqê rojnameger Dilgeş Ruvanas de ku ji ber rexneya têkildarî qirkirina daristanan li Şirnexê hatibû vekirin, biryara neşopandinê hat dayin.
Der heqê çawişê pispor ê li Colemêrgê milê zarokê 10 salî E.T. şikandibû de ji ber sûcê “birîndarkirina biqesdî” îdianame hate amadekirin.
DFG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha Cotmehê aşkera kir. DFG’ê, cih da gelek ceza, sansur û rojnamegerên girtî û got: “İsrara me ya di rojnamegeriya aştiyê de dê bidome.”
Di danişîna doza rojnameger Ahmet Kanbal de ku ji ber gotinên xwe yên “mudaxileya dewletê ya li erdhejê têr nake” dihat darizandin, hat taloqkirin.
Cezayê hefsê yê Wekîla HDP’ê ya berê Huda Kaya teqez bû û hate girtin.
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, di çarçoveya doza “Lihevkirina Bajar” de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Di danişîna dozê de parêzeran ji bo parastinê dem xwest û danişîn hat taloqkirin.