ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
- rojane
- 09:00 31/10
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser pêvajoyê nirxandinên berfireh hatine kirin û ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji aliyê avêtina gavên pêwîst ve li hev kirine.
Nîzamettîn Kabaîş ku beşdarî çalakiya xwendekarên YYU'yê bû û daxwaza ronîkirina mirina biguman a keça xwe Rojîn Kabaîşê kir, got ku telefona Rojîn Kabaîşê dê ji bo lêkolînê bişînin Portekîzê.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî ya bi Erdogan re bi dawî bû. Hevdîtina ku Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û Cigirê Serokê AKP'ê Efkan Ala jî tevlî bûn nêzî saeteke dom kir.
Civîna komîsyona meclisê ya 16'an ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hatin guhdarkirin bi dawî bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ketin. Şandeyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke kurt da. Pervîn Bûldanê got ku ew ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin.
Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û hatiye entubekirin, giran e.
Zanyarê Siyasetê Eren Aksoyoglû, diyar kir ku siyaseta Abdullah Ocalan li Meclisê bike pêwîstiyeke pêvajoyê ye û got: “Heke Meclis giraniya xwe nîşan bide; diviyabû Abdullah Ocalan bianiya Enqereyê, Meclisê. Di vê pêvajoyê de peywir dikeve ser milê sosyal demokratan.”
Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Dîdem Yilmazê diyar kir ku hewceye dewlet gavên her kes li bendê ye biavêje û got: “Divê devlet verastkirinên zagonî yên baweriyê didin bike.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Qersê axivî û got: “Divê bi zagonên veguhêz re azadî û maf bên misogerkirin.”
Parêzerê Şerîfe Mihemedî yê bi navê Emîr Reîsyan, diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li muwekîla wê hatibû birîn hatiye betalkirin û ceza veguherandine 30 sal cezayê hefsê.
Hêzên îstîxbaratê yên Îranê bi ser mala Zîlan Kemanger a li Kamyaranê de girtin û binçav kirin.
Delegeyên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk diyar kirin ku pêkhatina yekitiya Kurdan dê pir beşdarî pêvajoyê bibe û gotin: "Heta ku em, gelê Kurd, yekitiya xwe ava nekin, em nikaribin bigihîjin tu statuyekê yan jî tu encaman bi dest bixin."
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Amedê Ferat Koçeroglû anî ziman ku pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tê meşandin li girtîgehan xwe nedaye der û got: "Pêvajoya li derve bandor li girtîgehan nekiriye."
Yekem danişîna doza hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm tayinî wê hat kirin, dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê bê lidarxistin.