Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
- rojane
- 16:52 23/3
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, di pîrozbahiya Newroza Stenbolê de axivî û got: “Îro li vî bajarî derbe hate kirin.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, di pîrozbahiya Newroza Stenbolê de axivî û got: “Îro li vî bajarî derbe hate kirin.”
Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocaaln derket pêş. Her wiha girtina Ekrem Îmamoglû hate şermezarkirin.
Di pîrozbahiya Newrozê ya Antalyayê gel li banga ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan xwedî derket. Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç li vir axivî û wiha got: "Pêwîste hikûmet ji bo demokrasiyê gavan biavêje."
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ji Newroza Stenbolê re peyamek şand û wiha got: "Em gel in, bi mîlyonan kesên tiyê wekhevî û azadiyê ne. Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in."
14 baroyan bertek nîşanî heqareta Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş a li dijî nirxên gelê Kurd dan û şermezar kirin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku beşdarî Newroza Edeneyê bû got, "Gelê Kurd wê azadiya Birêz Abdullah Ocalan bibîne. Em ê vê azadiyê diyarî dayikên xwe bikin. Em ê têbikoşin."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Banga birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê şens e. Vî şensî bi kompasên darazê pûç nekin.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê hat girtin bertek nîşanî girtina xwe da û wiha got: "Pêvajoya dadgeriyê ya hatiye meşandin ne pêvajoyeke dadgeriyê ye. Bi temamî înfazeke bê daraz e."
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newrozê ya Dîlokê de axivî û wiha bertek nîşanî gotinên Mansur Yavaş da: “Li dijî têkoşîna azadiyê zimandirêjiyê dike. Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li dijî nirxên gelê Kurd bike.”
Siyasetmedar Gultan Kişanak di pîrozbahiya Newroza Stenbolê de got: “Birêz Ocalan ji bo tifaqa Kurd-Tirkan gavekî gelek girîng avêt. Dora gavavêtinê niha ya Enqereyê ye.”
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û weke “derbeya li dijî îradeya gel” nirxand.
Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê, di pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê de ji hêla sed hezaran kesan ve hate guhdarîkirin.
DBP’ê bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Divê daraz paşvegavê biavêje û dev ji êrişa xwe ya li dijî îradeya gel berde.”
Ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê ya li Stenbolê bi sed hezaran kes li Qada Yenîkapiyê hatin gel hev.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî girtina Ekrem Îmamoglû wiha got: “Tekane sûcê wî têkbirina Recep Tayyîp Erdogan e lewma hate girtin.”