ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dê di 20’ê Kanûnê de hevdîtinê bikin.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di 20’ê Kanûnê saet di 14.00’ê de li Meclisê bi AKP’ê re hevdîtinê bikin.
Şandeya DEM Partiyê beriya niha jî bi Partiya DEVA’yê, MHP û Partiya Gelecekê re hevdîtin kiribû. Hevdîtina bi CHP’ê re jî hatibû taloqkirin.
