Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin

  • rojane
  • 09:25 24 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYÊN - Balafira Serfermandarê Lîbyayê tê de bû li Haymanayê kete xwarê. Serfermandar jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 
Hat diyarkirin ku balafira Serfermandarê Artêşa Lîbyayê Orgeneral Muhammed Alî Al-Haddad jî tê de bû, şevê din dema ji Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê ber bi Trablusê ve diçû, 19 deqe piştre kete xwarê. Balafir, kete gundê Kesîkkavak ê navçeya Haymana ya Enqereyê. Haddad jî di nav de 8 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî nûçeyên medyaya Lîbyayê; kesên tevî Al-Haddad di balafirê de jiyana xwe ji dest dan ev in: 
 
“Fermandarê Hêzên Bejahî yê Lîbyayê General Al-Fitouri Gharibil
 
Serokê Saziya Hilberîna Leşkerî Tuggeneral Mahmoud Al-Qatawi
 
Şêwirmendê Serfermandarê Artêşê Muhammad Al-Asawi Diab
 
Wênekêşê leşkerî Muhammad Omar Ahmed Mahjoub.”
 
Di heman demê de hate gotin ku 3 murettebatên di balafirê de jî jiyana xwe ji dest dane.