WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji doza protestoyên li dijî qeyûm de beraet kir.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal a ku li şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin, ji ber axaftina di 15'ê Sibatê ya de bi îdiaya "gel bi aşkerayî ji bo nefret û dijminatiyê teşwîq kiriye" doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha 10’emîn a Cezayê Giştî ya Wanê hate lidarxistin. Neslîhan Şedal beşdarî danişînê nebû, lê parêzerên wê li salona dadgehê amade bûn.
Di dema danişînê de, delîlên di dosyeya dozê de ji nû ve hatin nirxandin û hate ragihandin ku kêmasiyên di dosyeya dozê de hatine vererastkirin. Dadgehê der heqê Neslîhan Şedalê de bi hinceta ku kiryara îdiakirî "sûc pêk neaniye" biryara beraetê da.
