Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş

  • rojane
  • 13:01 5 Kanûn 2025
  • |
img
ENQERE - Gulistan Kiliç Koçyîgît ku di hevdîtina li Îmraliyê de cih girt, diyar kir ku Abdullah Ocalan têkildarî entegrasyona HSD’ê de got: “Hêzek dê tev li artêşa navendî bibe û hêza din jî dê xeta parastina herêmî be.” 
 
Endama Komîsyona Meclisê ya ku li Îmraliyê hevdîtin bi Adullah Ocalan re kir û Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan di hevdîtinê de mijara Sûriyeyê bi berfirehî nirxandiye, lê belê di raporên Meclisê de cih negirtiye û destnîşan kir ku Adullah Ocalan li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) formulek pêşkêş kiriye.
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît ji Cansû Çamlibel a li T24 re axivî û anî ziman ku Adullah Ocalan hişyarî da ku heke li Sûriyeyê demokratîkbûn pêk neyê serkêşê rêveberiya veguhêz Ahmed el Şara dikare veguhere dîktatorekî.
 
Bi dewamî ragihand ku Adullah Ocalan têkildarî HSD'ê formulek pêşkêş kiriye û got: “Dibêje, hêza leşkerî dikare entegreyî artêşê bibe, ji bilî vê herêm jî dikare xwedî hêza xwe ya asayîşê be. Dema ku qala vê dikir, got 'Bawerim li Tirkiyeyê bekçî hene'. Mebesta wî ev bû; 'Hêzek wê tev li artêşa navendî bibe, hêza din jî wê parastina herêmê bike, wê asayîşê bi cih bîne."
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir ku Adullah Ocalan negotiye ku YPG bê şert û merc çekan dîne û weke PKK'ê xwe fesix bike û diyar kir ku îdiayên bi vî rengî rast nîne.
 
'HEKE DEMOKRATÎKBÛN NEBE, ŞARA JÎ WÊ BIBE DÎKTATOREK'
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê diyar kir ku Adullah Ocalan li ser xanedaniya malbata Esad a li Sûriyeyê nirxandin kir û anî ziman ku Adullah Ocalan got: “Bûn xanedaneke malbatê. Û em dibînin Sûriye bûye erdnîgariya herî bi êş, herî birîndar a herêmê. Îro jî dibêjin ku Şara guherî ye. Heke bi rasî jî guherî be divê demokratîkbûn bibe. Lê belê heke demokratîkbûn nebe, Şara jî wê veguhere dîktatorekî. Di rewşeke welê de em zanin bê wê çi bibe."
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê axaftina xwe wiha domand: “Mebesta Birêz Ocalan a ji wê yekê sîstemeke demokratîk e ku gelên li Sûriyeyê hemû bi nasnameya xwe karibin tevli bibin. Bi rengekî eşkere û vekirî got, heke ev nebe wê çi bibe; dîktatorî. Yanî rêveberiyeke din a Esad bi navekî nû, bi formuleke nû. Nirxandinên giştî yên Birêz Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Sûriyeyê û gelê Kurd timî li ser bingeha demokrasiyê bûn. Dema ku digot 'Komara demokratîk' jî bi vî rengî bû, dema ku qala yekîtiya komunên demokratîk dikir jî di vê çarçoveyê de dinirxand. Yanî demokrasî nêrîna wî ya bingehîn e ku nebe nabe. Lewma heke sîstema li Sûriyeyê wê veguhere dîktatoriyekê, bêguman hêzên Kurd wê nebin parçeyek ji vê dîktatoriyê."
 
Endama Komîsyona Meclisê ji bo pirsa "Wê demê nexşerêya Ocalan a ji bo Sûriyeyê çi ye? We çi jê fêhm kir?" bersiveke bi vî rengî da: "Dikarim bi rengekî eşkere û zelal vê bibêjim; Sûriyeyeke demokratîk. Hingî wê li vê derê pirsgirêkeke leşkerî jî nemîne. Yanî mijara 'YPG wê entegreyî artêşê bibe, yan jî bibe asayîş' ev wê bibe rojeva duyemîn, sêyemîn, çaremîn. Jİ ber ku wê yekîtiyeke demokratîk pêk hatibe. Di fikir û mejiyê xwe de sîstemeke demokratîk ava kiriye û vê yekê ji bo tevahiya cografyayên ku Kurd lê ne pêşniyar dike. Ji bo Tirkiyeyê jî, ji bo Sûriyeyê jî, ji bo Iraqê jî."
 
'BANG LI ME KIR KU EM LI CEWHERA MESELEYE VHEKEIN'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku perspektîfa Adullah Ocalan gelekî zelal û aşkeraye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Perspektîfa Ocalan a di vir de gelekî zelal û vekirî ye. Ji bo Tirkiyeyê jî ji bo Sûriyeyê jî ji bo Iraqê jî di nava lêgerîna sîstemeke demokratîk de ye. Di fikrê xwe de xwedî armanceke veguherîna demokratîk e û bi rengekî eşkere vê ji bo hemû cografyayên Kurdan pêşniyar dike. Di vê çarçoveyê de dema bê nirxandin, mijara çekan ku raya giştî ya Tirkiyeyê gelekî dide pêş, hingî dibe detayek. Yanî em nîqaşê li dûrî cewhera meseleyê dikin. Ya rast Birêz Ocalan careke din bang li me kir ku li 'cewhera meseleyê' vhekein. Cewhera meseleyê ew e ku li wir wê sîstemeke çawa ava bibe. Got, 'Şara dibêje ku guherî ye. Heke ev guherîn demokratîk be hingî ser seran ser çavan, pirsgirêk nîne. Lê heke ev veguherîn demokratîk nebe, wê ber bi dîktatoriyê ve biçe. Şensê kesî wê tine be ku di bin wê dîktatoriyê de bijî'."
 
'TÊKILIYA BI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ RE DIVÊ BÊ ZÊDEKIRIN'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Adullah Ocalan di hevdîtinê de qala navên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwese a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed kiriye û gotiye, “Li min guhdarî dikin, girîngiyê didin min."
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Adullah Ocalan destnîşan kiriye ku divê derfetên wî yên têkilîdanîna bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne zêdekirin.
 
'DI KURTEBERIYA NOTÊN HEVDÎTINÊ DE NÎNE'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku di kurtberiya notên Îmraliyê yên hatin eşkerekirin de nirxandinên berfireh ên Adullah Ocalan yên li ser Sûriyeyê nîne û got, "Nirxandinên ji bo Sûriyeyê kir gelekî berfireh bûn. Anî ziman ku ne li dijî dewleta unîter e; lê belê diyar kir ku divê Sûriye demokratîk bibe; demokrasiya xwecihî nebe nabe, şara gotiye ew guherî ye; lê belê heke ev guherîn demokratîk nebe, Şara wê veguhere dîktatoriyê, wê Sûriyeyiyan jinûve biêşîne.
 
Di metna bi kurtasî hatiye ragihandin de ti ji van xalan nîne. Nirxandineke gelekî ji rêzê heye, gotinên giştî hatine parvekirin. Halbûkî ev yek, ji wan xalên sereke ne ku raya giştî meraq dike. Mînak, got; heke şert û merc bêne afirandin wê karibe tevkariyê li çareseriya meseleya Sûriyeyê bike. Ew jî di metna hatiye weşandin de nîne. Di vir de pirsgirêkeke cidî ya rêbaz û rêvebirinê heye. Ji bo gelek nîqaşên li nava raya giştî, divê şefafbûnek hebe. Ji aliyê me ve ti rewşeke asteng li pêşiya parvekirina notên wê hevdîtinê bi raya giştî û komîsyonê re nîne."
 

Sernavên din

13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:27 Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake
09:04 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê: Em bi hunerê re bin
09:03 'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN