ENQERE – Fîlozof Dominique Bourg, diyar kir ku beşdariya Kurdan bi rengekî çalak di siyasetê de, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwîst û got: “Ji bo ev îradeya aştiyane pêk were, divê gavên pêwîst ên qanûnî bên avêtin.”
Fîlozof Dominique Bourg ji DEM Partiyê re peyama piştgiriyê ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27’ê Sibatê de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir, şand.
DIVÊ ASTENGÎ BÊN RAKIRIN
Peyama Bourg bi vî rengî ye, "Têkoşîna gelê Kurd ji bo mafên xwe, yek ji têkoşînên herî sembolîk ên cîhanê ye. Ji bo îradeya siyasî ya têkoşînê bi rengekî aştiyane û demokratîk bê domandin û bi ser bikeve heta dawiyê piştgiriya xwe radigihînim. Ji bo ev îrade pêk were, divê gavên pêwîst ên qanûnî û zagonî werin avêtin û hemû astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin. Tevlîbûna Kurdan bi rengekî çalak di qada siyasî de, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwîst e. Ez dibînim ku siyasetmedarên Kurd di pêvajoya aştiyê ya dîrokî ya li Tirkiyeyê de di ferqa vê berpirsyariyê ne. Ez hêvî dikim ku aştî bi ser bikeve."
DOMINIQUE BOURG KÎ YE?
Dominique Bourg fîlozofekî jîngehê yê Fransî-Swîsrî ye ku di sala 1953’yan de ji dayik bûye. Ew bi xebatên xwe yên li ser krîza ekolojîk, domdarî û veguherîna demokratîk tê nasîn. Ew li Zanîngeha Lozanê profesor bû û berhemên girîng nivîsandiye ku sînorên mezinbûna nûjen û encamên civakî-siyasî yên wêrankirina jîngehê vedikolin. Ew di ramana ekolojîk de rewşenbîrekî pêşeng e ku li ser platformên navneteweyî beşdarî siyaseta jîngehê dibe.
