Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
- çand û huner
- 09:18 02/9/2021
Bi atolyeya ku bê vekirin wê ji bo 20 kesan perwerdeya şanoyê ya bêpere bê dayîn. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavûz Akkûzû, diyar kir ku di şanoya kurdî de pêwistî bi jenerasyoneke nû heye û ji bo atolyeya ku vebikin jî ev tişt got: "Xwendekarên ku ji wir derkevin wê me bi hêz bikin û şanoya xwe ava bikin. Em dixwazin qadeke bandorê ya wiha ava bikin."