LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
- çand û huner
- 14:27 11/10/2021
LaWjê ya ku muzîka kevneşopiya Colemêrgê berhev dike û distire, wê bi klasîkên kurdî li Êlih û Amedê konserê bide.
LaWjê ya ku muzîka kevneşopiya Colemêrgê berhev dike û distire, wê bi klasîkên kurdî li Êlih û Amedê konserê bide.
Dêra Nûxrût a 1500 salî ya ermeniyan a li Xelfetiyê bi hilweşînê re rûbirû maye. Heke neyê restorekirin dê bi tevahî hilweşe.
Halît Gelîşken ku li Sûka Sefaran a Cizîrê, dermanê kurmancî yê xwezayî nêrebendê hildiberîne, diyar kir ku nêrebend bi kêrî nexweşiyên hestî tê û wiha got: “Heke di laşê mirov de hestiyek bişikê ji bo cebirandinê ev rêbaza dermankirinê tê tercîhkirin.”
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku kampanyaya bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin, didome û bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
MED-DER’ê di çarçoveya projeyekê de 7 pirtûkên folklorîk ên ji gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê berhev kiriye çap kir. Koordînatorê projeyê Mehmet Esen diyar kir ku bi heft pirtûkan qala çand û dîroka kurdan dikin û got: “Armanca me ew bû ku em bibin dilopek av û behra xwe tejî av bikin. Ku ew av sûdê bide derdor û civaka xwe.”
Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê, diyar kir ku di encama xebata restorasyon û rekonstruksiyonê ku li Sûrê hatiye kirin de li ser dîrok û xwemalîbûna bajar bandoreke neyînî hatiye avakirin û banga bi dawîkirina texrîbatan kir.
KASED ku bi dirûşmeya "huner ji bo her kesî" zend û bend badan, dê di 15'ê Cotmehê de dest bi kargehên xwe bike. Cîgira KASED'ê Neşe Toprak, ji bo beşdarbûna kargehan bang kir.
Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe ya meha cotmehê aşkera kir û şanohezan vedixwînin nîşandana lîstikên xwe.
Nivîskar û helbestvan Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê.
Komeleya Lêkolînên Kurdî, dê di nêz de ji bo perwerdehiya rûbirû ya kurdî dest bi kursan bike.
Dîrokzan Mehmet Bayrak, hewldan û pevnivîsên dîplomatîk ên di dîroka kurdî de di pirtûka xwe ya bi navê "Ateş-Kan-Barut Günlerinde Kürt Diplomasisi” bi yek kirin.
Komeleya Çand, Huner û Lêkolînê ya Aryenê, ji bo zarokên bala wan li ser muzîkê dest bi perwerdehiya zimanê zikmakî jî kir.
Nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan di gotûbêja li ser pirtûka “Kevirên Anarşîst” bi xwînerên xwe re hat cem hev, helbest xwend û ji bo xwîneran pirtûkên xwe îmze kir.
Helbestvan Lal Laleş di gotûbêja xwe ya di bernameya “Şevbihêrkên Payîzê” de axivî û got ew ji nifşê Rewşenê û berxwedan û têkoşîna salên 90’î ye.
Li navçeya Tûrgûtlûyê, li ser daxwaza gel Komîsyona Çandê ya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê zend û bend bada û amadekarî dike ku li dijî pişaftinê perwerdeya kurdî bide.