Tom Sawyer hêmaya 'zarokên mînak û bi terbiye' hildewişîne!
- çand û huner
- 09:06 08/7/2021
Romana Mark Twain a bi navê "Tom Sawyer", bi wergera Rêdûr Dîjle ji Weşanxaneya Aram’ê derket. Nivîskar di romanê de macerayên Tom û hevalên wî bi zimanekî rasteqîn vedibêje û ew hêmaya ‘zarokên mînak û bi terbiye’ hildiweşîne. Ev berhem hem xîtabî zarokan hem jî xîtabî mezinan dike.