Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
- çand û huner
- 22:09 15/5
Li Îzmîrê saziyên kurd bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panel pêk hat.
Li Îzmîrê saziyên kurd bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panel pêk hat.
Di meş û daxuyaniyên ku li gelek bajaran bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hatin kirin de, hate xwestin ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê meş hat lidarxistin. Çalakvanan got ku divê gelê kurd her qada jiyanê veguherîne dibistan û zanîngehên zimanê kurdî. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got ku dê hemû derfetên xwe ji bo ziman seferber bikin.
Li Wanê nûnerên rêxistinên sivîl ên çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî didomînin, destnîşan kirin ku divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
Li Dîlokê Meryem Bozkûrt a hevjînê wê kurd û ew tirk, bi temaşekirina Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe ya 9 salî Gulaçiya kir.
Rêveberê Anka-Derê Dogan Şenses ji bo konsera ku dê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li dar bixin, banga tevlibûnê kir.
Şaredariya Cizîrê bi boneya 15’ê Gulanê stand-up a bi navê “Du ziman li dar xist.
Farqîniyan bi seyran û serdana ziyaretan Serê Gulanê pîroz kirin.
Mamoste û xwendekarên ARSÎSA’yê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Dayikan serdana Meclisa Dayikên Aştiyê kirin û balê kişandin ser girîngiya axaftina bi kurdî ya li her qadekê.
Zimanzan û mamosteyê MED-DER’ê Îbrahîm Xelîl diyar kir ku kurdî yek ji zimanên herî dewlemend e û got: “Lewma divê em zimanê xwe biçûk nebînin. Zimanê me zimanekî qedîm e, xweş e û şirîn e. Divê em lê xwedî derkevin.”
Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Samet Yavûz bilêv kir ku îsal jî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di bin zextan de pêşwazî kirine û got: "Ji bo zindîkirina kurdî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatan."
Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê, 10 sal in ji bo standardîzasyona kurdî û folklora kurdî gelek xebat kirine.
Di panela Cejna Zimanê Kurdî de banga xwedîderketina li kurdî hat kirin.
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Şirnexê panel hat lidarxistin û li Wanê jî meş hat lidarxistin. Di çalakiyan de banga “Li her derê bi kurdî biaxive, bifikire, binivîse û bijî” hate kirin.
Li Sûrê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo gel vexwînin çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî xwestin belavokan belav bikin. Girse piştî astengkirina polîsan, bi devkî, gel vexwend çalakiyan.