Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
- çand û huner
- 09:01 23/5
Xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê hemû xwendevanên xwe vexwendin çalakiya piştevaniyê ku dê di 2'ê hezîranê de li dar bixin.
Xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê hemû xwendevanên xwe vexwendin çalakiya piştevaniyê ku dê di 2'ê hezîranê de li dar bixin.
Li Cizîrê li ser deriyê Medreseya dîrokî ya Mîr Abdaliye zêdeyî 2 sal in nivîsa "Ji ber xirabûnê girtî ye" heye û her ku diçe dîwar hildiweşe. Tevî vê nivîsê jî heta niha tu tevdîr û xebatên restorasyonê nehatine kirin.
Hunermend Sasa ku li Amedê konser da, diyar kir ku di demên dawî de konserên wê tên qedexekirin û wiha got: “Xerabî û qedexe her dem neçarî têkçûnê ne.”
Ma Music ji bo li kêleka Çemê Dîcleyê bi navê “Gund Ma” gundekî muzîkê ava bike, dest bi xebatan kir.
Nivîskar Ahmet Çakmak ev zêdetirî 30 sal in kovarên çand û hunerî yên Amedê ku ya herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin, li cem xwe arşîv dike. Çakmak, ji bo arşîva xwe bike muzexane banga alîkariyê kir.
Nivîskar Sîdar Jîr li Wanê derbarê romana xwe ya dawî ku mijara wê “Şerê Kobanê” ye de, bi xwendevanên xwe yê li Wanê re civiya û gotûbêjek li dar xist.
Di 1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî de derbarê xebatên zimanê kurdî nîqaş hatin kirin û di beşa dawî de banga yekitiyê hate kirin.
Endama Komeleya Ronahiyê û nivîskar Xaylaza Reşîd di Sempozyuma Zimanê Kurdî ya li Wanê de axivî û got ku hewldan heye ku kurdên li Qefqasê jî bên asîmîlekirin û got: “Divê li dijî vê hewldanê her kurdek mala xwe veguherîne dibistanê.”
Helbestvan Berken Bereh destnîşan kir ku divê hemû zimanên di hedefa serdestan de bên parastin û got: "Hemû kesên dixwazin gelê xwe biparêzin pêşî divê zimanê xwe biparêzin."
Eleqeyeke zêde ji bo Mûhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê heye û weşanger bi vê rewşê keyfxweş in. Nivîskar û xwediyên weşanxaneyan xwestin ku organîzasyonên bi vî rengî bêhtir bên kirin.
1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir û wiha hat gotin: “Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Zimanzan Zana Farqînî û nivîskar Sûltan Yaray ku di panela ji bo 15’ê Gulanê hatiye lidarxistin de axivîn, diyar kirin ku windabûna zimanekî di heman demê de tê wateya windabûna miletekî.
Festîvala Filman a Cannesê ku îsal 77’emîn tê lidarxistin, bi çalakiya xebatkarên sektora sînemayê dest pê kir.
Welatiyên Sêrtê diyar kirin ku ji bo nifşên nû hînî zimanê dayikê bibin berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê malbatan û wiha gotin: “Mirov li cihê ku bi zimanê xwe neaxive tune dibe, bêesil dibe.” Welatiyan ji bo zimanê kurdî banga têkoşînê kirin.
Ji bo tayinkirina mamosteyên kurdî wekî kontejan 10 mamoste hatin diyarkirin. Edîtora Kovara Destarê Jîn Aryenê bertek nîşanî vê yekê da û got: "Hezar mamosteyan jî tayin bikin wê ev pirsgirêk bidome. Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê."