Her meh fatûreyên ceyrana me zêde dibe
- aborî-ked
- 10:30 06/10/2019
Karsazên pîşesaziyên pîvan biçûk û navîn ên ji zema ji sedî 14,9 ceyranê bi bandor bûn, diyar kirin ku her meh fatûreyên ceyranê zêde dibin û bertek nîşanî zeman dan.
Karsazên pîşesaziyên pîvan biçûk û navîn ên ji zema ji sedî 14,9 ceyranê bi bandor bûn, diyar kirin ku her meh fatûreyên ceyranê zêde dibin û bertek nîşanî zeman dan.
Her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe, bêkarî zêde dibe û bi zeman bihayê amûran zêde dibe. Waniyan, diyar kirin ku ji ber krîza aborî her ku diçe rewşa wan zortir dibe û gotin: “Em di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn.” Waniyan dan zanîn ku tu baweriya wan bi rêjeya enflasyonê ya hikumetê aşkere kir nayê.
Aborînas Ozgur Muftuoglu, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiye û got: "Raqamên enflasyonê yên meha Îlonê ya TUÎK'ê rastîyê nîşan nade. Hikûmeta AKP'ê bi rêya medya navendî îlluzyonê dike û civakê dixapîne. lê rastî ne wisa ye.
Li Êlihê, cotkaran bilêv kir ku ji ber maliyet zêde bûne piştî nîsk, ceh û genim, di garis de jî xesirîne.
Malên Gel bertek nîşanî zema hatiye ser ceyranê û xwest ku ceyran bê gelemperîkirin û zema hatiye ser bê vekişandin.
Nûnerê DEV-TEKSTÎL'ê yê Stenbolê Okan Karaçan ji bo 21 rêveber û endamên sendikayan ku hatine binçavkirin bang kir û ev tişt got: "Hevalên me yên hatine binçavkirin demildest berdin."
Bilindbûna maliyeta ketanê bû sedem ku cotkar demsalek din bi zirarê bigirin. Serokê Şaxa Çandinî Orkam Sen Nasir Demîrkiran, diyar kir ku sedema îflasê, encama polîtîkayên arizîkirinê ye.
150 karkerên ji Şaredariya Uskudarê ya AKP'î ji kar hatin avêtin, ji bo vegerin ser karê xwe bi rojan e têdikoşin. Karkeran, destnîşan kir ku di dema hilbijartinan de bi şev û biroj ji bo AKP'ê xebitîne û gotin: "Kesên me ew hilbijartin em ji kar avêtin."
Li Tirkiyeyê zem li ser zemê tê kirin. Welatiyên di vê krîza aborî de bi zor û heft bela debara xwe dikin, ji ber van zeman pişta wan şikiya. Welatiyan got: "Li vî welatî debar veguheriye hunerek performansê. Berdin debarê, em xwe bi erdê ve kaş dikin."
Polîsan li Çorlu, Tekîrdag û Çerkezkoyê bi ser şaxên Sendîkaya DEV-TESKSTÎL’ê de girtin û rêveberên sendîkayê jî di nav de 21 kes binçav kirin.
Karkerên Komeleya Mezûnên ODTU'yê ku hin daxwazên wan hatin bersivandin çalakiya xwe ya berdana kar bi dawî kirin û îro careke din dest bi karê xwe kirin.
Serokê Şaxa 1'ê ya TUMBELSEN a Îzmîrê Anil Kaçar, bilêv kir ku bi tayînkirina qeyûman qanûna bingehîn, hiqûq û demokrasî hatiye binpêkirin û got, li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo kedê bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayiye.
Li Amedê 4 bijîjkên asîstan ku şana pisporiyê girtin, bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatin derxistin. Rêxistinên tenduristiyê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku pêkanîn hiqûqî nîne û rewşê şermezar kirin.
Rêveberiya Bajar a Mêrsînê ya HDK'ê li Mêrsînê strarta kampanya xebata krîza aborî da.
Serokê Şaxa ÎMO ya Wanê Îsmet Bîlmez, da zanîn ku li bajêr sektora înşeatê ji sedî 37 kêm bûye û ev rewş tesîrê li qadên din jî kiriye.