ŞIRNEX - Li Cizîrê ji bo Mûrat Kalkan ê HSD’î û li Êlihê jî ji bo Ebedîn Cengîz, Şafî Acet, Aybars Oguz, Ekrem Acet, Turan Akyol û Şukran Akyol şîn hatin danîn. Şîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mûrat Kalkan (Dixwaz Botan), di 22’yê Çileya 2024’an di endama teqîna mayinekê de li bajarê Tebqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kalkan, li Mala Şînê ya Basrayê ya li Taxa Cûdî ya Cizîr a Şirnexê şîn hate danîn. Şîna Kalkan, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê û bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan bi girseyî hate ziyaretkirin. Girseya ku di têketina taxê de kom bû, ber bi cihê şînê ve meş li dar xist.
Serdan, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Heserokê DBP’a Cizîrê Bager Aşkin ji ewil kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em bejna xw bi rêzdarî li hemberî şehîdan ditewînin. Kurdistan dabeşî çar parçeyan kirin. Bedelê azadiyê giran e. Bi hezaran ciwanên me canê xwe dan. Heke em îro bikarin bibêjin Kurd in, ev bi xêra wan ciwana ye. Em deyndarên wan in. Em ê ji bo xeyalên wan têbikoşin. Meşa şoreşê didome. Niha pêvajoyek heye. Rêbertiyê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Di serî de Rêber Apo, heta ku hemû hevalên me azad dibin em ê vê têkoşînê mezin bikin. Em tenê bi vî awayî dikarin deynê xwe yê ji bo şehîdan bidin.”
'EM DI PÊVAJOYEKE DÎROKÎ DE NE’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî got ku ew êdî êş, mirin, girtin û xeztan naxwazin û ev tişt anî ziman: “Nirxên me dê her dem di bîra me de bin. Fedakariyên mezin hatin kirin. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne û divê em xwedî lê derkevin. Ev firsend sedsalan carekê dikevin dest. Divê em li her derê tifaqa xwe mezin bikin. Birêz Ocalan ê 27 sal in di tecrîdeke giran de, rê li ber me vekir. Divê em tevek guh bidin vî dengî. Em ê bi xwerêxistinkirinê bi ser kevin.”
Dayika Mûrat Kalkan, Zerê Kalkanê jî got: “Mûrat kurê min bû lê bû Dilxwaz û bû kurê we tevan. Serê Rêbertiyê sax be. Bila êdî tu dayikek negirî. Bila Mûrat şehîdê dawî bû.”
Serdan, piştî kirina duayan bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî ji bo gerîlayên PKK’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan Ebedîn Cengîz (Şoreş 1997), Şafî Acet (Alî), Aybars Oguz (Ferhan), Ekrem Acet (Mahsum),Turan Akyol (Rezan) û Şukran Akyol (Sozdar) li Taxa Pinarbaşi ya navendê şîn hate danîn. Gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şînê.
Endamê MEBYA-DER’ê Şafî Aratemûr di serdanê d axivî, kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Heta niha jî zimanê me weke ‘Zimanê X’ dihat binçavkirin. Niha hemû dinya bi zimanê me dizane ku ev jî bi xêra van hevala ye.” Dayika Aştiyê Meyase Akdagê jî sersaxî ji malbatan re xwest û got: “Em, Dayikên Aştiyê ne. Em ê heta dawiyê ji bo aştiyê li ber xwe bidin. Zarokên ji keyfa xwe ev rê nehilbijartin. Ji ber zilma li vî gelî dihat kirin çûn. Di vê rêyê de canê xwe dan. Em bi wan serbilind in.”
Şîn, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.
