NAVENDA NÛÇEYAN - Li Plaja Bondî ya Awûstralyayê di dema pîrozbahiyên Cejna Hanukayê de êrişa çekdarî hat kirin. Di êrişê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Li Plaja Bondi ya navdar a li bajarê Sydney ê Awûstralyayê di dema pîrozbahiyên Cejna Hanukayê de êrişa çekdarî pêk hat. Di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê du kes hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên polîs, êriş dawiya hefteyê li Plaja Bondiyê ku gelek turîst û melevan lê bûn, di dema pîrozbahiyên Hanukayê de pêk hat. Qenala dewletê ya Awûstralyayê ABC ragihand ku yek ji êrişkaran di nava miriyan de ye.
GELO CIHÛ HATIN HEDEFGIRTIN?
Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog êriş weke “êrişeke zalimane ya li dijî Cihûyan” pênase kir û bi rengekî tund şermezar kir û bang li Awûstralyayê kir ku têkoşîna li dijî antîsemîtîzmê xurt bike. Lê belê rayedarên Awûstralyayî ragihandin ku îspateke ku êriş bi fermî civaka Cihûyan hedef girtiye, nîne. Polîsên Awûstralya diyar kirin ku piştî bûyerê 8 kes birin nexweşxaneyê.
