Sansurkirina Rojnameya Yenî Yaşamê ji Serokê Meclisê hate pirsîn
- polîtîka
- 15:43 20/12/2023
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî sedemê bidawîkirina abonetiya Rojnameya Yenî Yaşamê ya li Meclisê ji Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş pirsî.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî sedemê bidawîkirina abonetiya Rojnameya Yenî Yaşamê ya li Meclisê ji Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş pirsî.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Rûştû Tîryakî diyar kir ku bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn û wiha got: “AKP hewl dide bi hîleyan vîna me xesp bike. Destûrê nedin vê yekê.”
Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî yê li ser budçeya Wezareta Maliyeyê axivî, destnîşan kir ku sedemê bingehîn ê krîza siyasî û aborî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û neçareserkirina pirsgirêka kurd e.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan 27 navçeyên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin û diyar kir ku dema serlêdana bernamzetan heta 25’ê kanûnê hatiye dirêjkirin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, diyar kir ku kesên Doza Kobanê qebûl kirine li dijî mirovahiyê sûc kirine û wiha got: “Fîgen Yuksekdag dê daraza serwer a mêr dîsa darizîne.”
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan ji wekîlê AKP’ê yê bertek nîşanî gotinên “Birêz Ocalan Serokekî siyasî yê ku bi milyonan kesan gotiye vîna min a siyasî ye” yên li Meclisê hatin gotin re, ev bersiv da: “Gelê kurd gotiye Ocalan vîna min e, ne hedê te ye ku tu van gotinan bêjî.”
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cûpolo bal kişand ser xebatên jineolojiyê yên li ser axa Rêveberiya Xweser tên kirin û anî ziman ku li herêma hatiye dagirkirin polîtîkayên bişaftinê di dewrê de ne. Cuppolo Kovara Jineolojiyê da Wezîrê Perwerdehiyê Yûsûf Tekîn.
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a têkildarî budçeya Wezareta Perwerdehiyê li Meclisê axivî, bal kişand ser qedexeyên li ser kurdî û perwerdehiya zimanê dayikê û li ser kursiyê bi gotinên kurdî yên “Zimanê me jî kurdî ye û kurdî xeta me ya sor e” bertek nîşan dan.
Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Rihayê bang li her kesî kir ku ji bo şaredariyên demokratîk, wekhevîxwaz û gelparêz serlêdanên bernamzetiyê bikin.
Di encamnameya civîna DEM Partiyê ku 2 rojan dom kiribû de wiha hate gotin: “Di hilbijartinan de meyla ku em bi namzetên xwe di rêveberiya bajaran de cih bigirin bêhtir xurt bû.” Her wihat gotin ku di hilbijartinan de raye dane MYK û Hevserokên Giştî.
Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez li Hezexê axivî û got: “Ji bo çareserkirina krîzên li Tirkiyeyê, divê tecrîd were rakirin. Çareseriyeke din tune.”
Cîgirê Hevserokê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê DEM Partiyê Rûştû Tîryakî diyar kir ku dê di du hefteyên ewil ên meha çileyê de pêşhilbijartinan li dar bixin û piştre jî namzetên xwe bidin nasîn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna PM’ê de axivî û têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan got: “Gelê kurd dê sed salên din ji azadiya xwe bêpar nebe.” Bakirhan, ji bo hilbijartinan jî ev tişt anî ziman: “Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin. Em ê hem lîstika çêbikin hem jî dema wê hat lîstikê xera bikin.”
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku dewlet ji tunebûna tifaqa gelê kurd hêzê digire û ji ber wê li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi her awayî dimeşîne û got: "Divê em bi hişmendiyeke welatparêz tevbigerin û nehêlin ku yek kes jî xizmetê ji polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk re bike."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê daxwazên girtiyan ên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine bên qebûlkirin û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, divê ji holê bê rakirin.”