AMED - Hevserokên MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn û Kerem Canpolat ji bo tevlibûna mitînga “Hêvî û azadiyê” banga tevlibûnê kirin û gotin: “Di 4’ê Çileyê de em Qada Stasyonê veguherînin qada aştî û azadiyê.”
Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), têkildarî mitînga “Hêvî û azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de li Amedê were lidarxistin, daxuyanî da. Daxuyanî, li federasyonê hate dayin û hevserokên wê Pinar Sakik Tekîn axivî û got ku herî zêde kesên êşa şer kişandin daxwaza aştiyê dikin.
Pinar Sakik Tekînê anî ziman ku dikare welat edalet, aştî û çareserî pêk bê û got: “Ev jî ne bi jinedîtîvehatinê, bi hevrûbûnê, ne bi bêdengkirinê lê bi axaftinê dikare bibe. Bi sala ye hêviya li welat roj bi roj tê taloqkirin. Gotinên têkildarî aştiyê tên tepisandin û hêvî tune tê hesibandin. Lê hêvî, navê bendêmayinê, navê sebrê ye. Herî zêde jî navê siberojê ye. Û em jî dê dev ji mezinkirina vê hêviyê û parastina wê tu caran bernedin. Şert û mercên tecrîdê ku li birêz Abdullah Ocalan tên ferzkirin, di şexsê wî de li tevahiya civakê tê ferzkirin. Ev polîtîkaya tecrîdê, pêşiya hêviya aştiyê û îradeya çareseriyê digire. Lewma jî em şahidên gelek tiştan e. Em şahidên binpêkirinên bi sala ye li girtîgehan didome ne. Em şahidên gavên piştî banga pîroz a 27’ê Sibatê hatine avêtin in. Mixabin piştî van gavên hêviyê didin, li girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj zêde bûn. Rêya aştiyê, bibihîstina dengê girtîgehan, bi dayina mafê hêviyê pêkan e.”
Pinar Sakik Tekînê bang li her kesên daxwaza rakirina tecrîdê, aştî û demokrasiyê dikin kir ku di 4’ê Çileyê de tev li “Mitînga hêvî û azadiyê” bibin.
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’
Hevserok Kerem Canpolat jî bal kişand ser gavên tevgera Kurd avêtin û gavneavêtina dewletê. Canpolat, îşaret bi rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de kir û got: “Ev pêvajo jî bi wî dikare bimeşe. Gelê Kurd wî weke serokê xwe dibîne. Lewma divê birêz Ocalan demildest ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Lewma divê mafê hêviyê demildest bê cîbicîkirin.”
'DI 4’Ê ÇILEYÊ DE EM LI QADA STASYONÊ BIN’
Canpolat, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo xurtkirina destê Abdullah Ocalan û aştîxwazan, em dixwazin bi sed hezaran kes tev li mitînga ‘hêvî û azadiyê’ bibin. Ji bo ev pêvajo mayinde bibe, divê bi sed hezaran kes bên gelhev. Di 4’ê Çileyê de bila Qada Stasyonê bibe qada azadiyê. Bila destê muzakerevanê Kurdan xurt bibe û zextê li dewletê bike ku gavên şênber biavêje. Ji bo aştiyê divê em tevek li wir bin. Di 4’ê Çileyê de em ê li Qada Stasyonê bin, bila tevahiya gelê me jî li wir be.”
