Temellî li Balikesirê bang kir: Hurmeta wan ji pêşeroja xweza û welat re tune
- polîtîka
- 16:47 16/3/2019
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li navçeya Burhaniye ya Balikesîrê bi gel re hat cem hev û diyar kir ku AKP xweza talan kir û wiha got: "Ma Çiyayên Kaz cihê madenvanî ye. Madenvanî çawa li vir tê kirin? Hurmeta wan ne ji xwezayê û ne jî ji welat re heye. Wê bêjin piştî me tûfan e û yên din hemûyan înkar bikin."