Temellî: Hilbijêrên me li Amedê jî û li Stenbolê jî wê bi heman hestî biçin dengdayînê
- polîtîka
- 10:25 29/3/2019
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bang li gelê kurd kir û got: “Heke navê HDP’ê hebe dengê xwe bidin HDP’ê. Heke navê HDP’ê tune be kî li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê xurt be dengê xwe bidin wî. Ev tercîhek ku hêza HDP’ê dide nîşandinê ye. Li Amed, Qers û Wanê HDP’î bi kîjan hestî diçin ber sindoqan, li Stenbol, Antalya û Îzmîrê jî dê bi heman hestî biçin dengê xwe bidin.”