Temellî: Êdî dem dema demokrasî, aştî û edaletê ye
- polîtîka
- 14:07 21/5/2019
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di koma HDP'ê ya Meclîsê de axivî û bal kişan ser îşkenceya li gundên Xalfetiyê. Temellî, da zanîn ku salên 90'î li Xalfetiyê, li dijî dayikên li kolanan dubore dibe û wiha got: "Li Tirkiye siyaseta ku nayê guhertin îşkence û zilma li dijî gelê Kurd e." Temellî, bal kişand ser Îtîfaqa Demokrasiyê jî û wiha got: "Êdî dem dema îtîfaqa demokratîk e. Dem dema aştî, demokrasî, edalet û hiqûqê ye."