HDP: Hilbijartina 7'ê Hezîranê nehata betalkirin hilbijartina Stenbol betal nedibû
- polîtîka
- 10:10 07/6/2019
Di ser hilbijartina 7'ê Heziranê ya ku rê li pêş destpêka hilweşîna AKP’ê vekir re 4 sal derbas bûn. Lê her çend hilbijartina 7'ê Hezîranê hat betalkirin û bi hilbijartina 1'ê mijdarê li dijî siyaseta demokratîk darbe pêk hat jî HDP hêj li qadê û partiya herî mezin a muxalif e. Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay bandora 7'ê Hezîranê û polîtîkayên piştî wê nirxand û got: "Ger ku li ruhê 7'ê Hezîranê xwedî hatiba derketin wê îro hilbijartina Stenbolê nehatibûya betalkirin. Nivîskar Veysi Sarisozen jî anî ziman ku wê di hilbijartina 23'ê Hezîranê darbeyek li AKP’ê bikeve.