CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
- polîtîka
- 12:12 03
Piştî dadgehê kongreya Serokatiya Bajêr a CHP'ê ya Stenbolê betal kir, CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê.
Piştî dadgehê kongreya Serokatiya Bajêr a CHP'ê ya Stenbolê betal kir, CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê.
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê diyar kirin ku pêşniyarên serokên meclisê yên berê û yên serokên baroyan ji bo wan biqîmet in û gotin: “Em ji bîr nekin ku cihêrengiya me dewlemendiya me ye; zimanê dayikê yê her yekî ji me divê zimanê aştiyê be.”
Nûman Kurtulmuş, di civîna komîsyonê de axivî û got: “Ez fikrên ji bo avakirina zemîna qanûnî yên ji bo pêvajoya pêş de gelek watedar dibînim.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Qoserê di hevdîtina gel de axivî û got ku divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Milazgirê axivî û têkildarî pêvajoya heyî got: “Her ku Tirkiye di rêya çareseriyê de be dê sabotaj jî zêde bibin. Lê çi bikin jî dê vêcarê nekarin bi ser kevin.”
Endama Komîsyona Meclisê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê got: "Ez difikirim ku mijara çûna komîsyonê ji bo Îmraliyê û guhdarîkirinê, dê di hefteyên pêş de çêbibe."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê vê hefteyê bi serokên baroyan û serokên meclisê yên berê guhdarî bike.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê vê hefteyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî muxatabê esasî yê meseleyê Abdullah Ocalan e û got: “Hewceye komîsyon teqez bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Sor Onur Emre Yagan diyar kir ku bisînorkirina hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re zirarê dide pêvajoyê û got: “Divê şert û mercên ku bi Abdullah Ocalan re bi awayekî azad nîqaş bên kirin werin avakirin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, got ku ew ê ji ber xelaya li Xezeyê hatiye ragihandin banga civîna awarte li Meclisê bikin.
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî dan û gotin ku tiştên di civînên 2 rojên dawî de hatine ziman nîşan daye ku barê paşerojê barek giran e.
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP'ê Sezîn Ûçar li ser pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan dest pê kir got: "Wekî çepgir û sosyalîst, divê em di her şert û mercî de piştgiriyê bidin hemû maf û têkoşîna neteweya Kurd û wan biparêzin."
Dayika Aştiyê Nezahat Teke di komîsyona Meclisê de axivî û got: “Em hewldanên çareseriyê yên Ocalan dibînin. Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike û pêvajoyê bi hev re birêve bibin.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Abdullah Ocalan guhdarî bike.