TÎP’ê xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin
- polîtîka
- 14:39 26/11
TÎP’ê daxwaznameyek da Komîsyona Meclisê û xwest ku girtekên hevdîtina komîsyonê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re kiriye bi raya giştî re bên parvekirin.
TÎP’ê daxwaznameyek da Komîsyona Meclisê û xwest ku girtekên hevdîtina komîsyonê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re kiriye bi raya giştî re bên parvekirin.
Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê qala hevdîtina xwe ya bi Abdullah Oclan re kir û got: "Rêzdar Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir ku ew ê daxwaz bikin ku qeydên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji raya giştî re bên eşkerekirin û got: "Em dixwazin ew bi awayekî ku hemû raya giştî ya Tirkiyeyê bibîne werin parvekirin."
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk biryara CHP'ê ya têkildarî çûna Îmraliyê rexne kir û got: "Madem hûn dibêjin ez partiya yekemîn im, wê demê hûn nikarin xwe ji dûrî meseleya Kurd bihêlin."
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, serdana komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re weke geşedaneke dîrokî nirxand û got: “Muxatabê herî cidî li Îmraliyê ye.”
Damezirînerê Ekopolîtîkê nivîskar Ahmet Tarik Çelenk, biryara CHP'ê nirxand û got: "Ev tê wê wateyê ku CHP hêj ji kodên xwe yên berê qut nebûye."
Serokkomar Tayyîp Erdogan pirsên rojnamegeran bersivand û got ku biryara komîsyonê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşiya pêvajoyê veke.
Rêveberên DEM Partiyê yên Balikesîrê biryara komîsyona li Meclisê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re erênî nirxandin û gotin ew di wê baweriyê de ne ku yên li dijî çûna Îmraliyê jî di demên pêş de piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser biryara CHP’ê ya têkildarî çûna Îmraliyê û got: “Em neçûna CHP’ê wek kêmasî dibînin. Em hêj jî li bendê ne ku fikra xwe biguherîne.”
Wekîlê DEM Partiyê Heval Bozdag bal kişand ser gavên li Agiriyê di bin navê “ewlehiyê” de tên avêtin û got: “Ev li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye.”
Koma Yenî Yolê, ji destpêka pêvajoyê heta niha di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de peyamên erênî dida lê biryar da ku dê neçe Îmraliyê. Hat îdiakirin ku komê, ji ber zext û mudaxileyan ji biryara xwe vegeriyaye.
Welatiyên Sûrê, bertek nîşanî CHP'ê da ku nûnerên xwe neşanda Îmraliyê û gotin: "Sezgîn Tanrikulu divê nekeve nava kuçeyên Amedê.”
Wekîlê TÎP’ê Ahmet Şik di civîna komîsyonê de diyar kir ku divê komîsyon biçe Îmraliyê û got: “Divê biçin Îmraliyê jî hewce bike divê biçin Qendîlê jî.” Gulistan Kiliç Koçyîgît a DEM Partiyî jî got ku gelê Kurd li cem xwe dinivîse ka kî bi çareseriyê re kî dijberiyê dike.
CHP ku ragihand dê neçe serdana Îmraliyê, di civîna 18’emîn de ji eywana civînê derket.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna bi rojeva serdana Îmraliyê de axivî û got ku di 18 civînên komîsyonê de li derdorên cuda yên Tirkiyeyê hatiye guhdarîkirin.