Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne

img
AMED - Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli anî ziman ku qeyûm li dijî civakê, çand, nasname, baweriyan, nirxan, hafizeyê û siberojê ne û qeyûm bûne wek garnîzonên mudaxileyê.
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amêdê Dr. Selçûk Mizrakli niha girtî ye. di 19’ê Tebaxa 2019’an de li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şûna Mizrakli hatibû kirin. Mizrakli yê ku ji sedî 62’yê rêjeya dengan wergirt û bi ser ket ji 21’ê cotmeha 2019’an ve girtî ye. Ew bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” ku şahida navê wê eşkere Berna Ayverdî îfade li serê daye girtî ye.
 
Di darizandinên der barê Mizrakli de 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hepsê lê hat birîn. Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê cezayê Mizrakli erê kir. Parêzerên Mizrakli cezayê hat birîn veguhezandin Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind di 6’ê kanûna 2022’yan de bi hincetên wek astengkirina mafê parastinê, lêkolînê kêm û têrnekirî dozê xera kir. Lê belê tevî vê yekê jî daxwaza berdana der barê Mizrakli de hat redkirin. 
 
Mizrakli ku niha li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê de girtî ye polîtîkayên qeyûmên desthilatdarê nirxand. 
 
‘TAYÎNKIRINA QEYÛMAN ASÎMÎLASYONÊ Û HILWEŞANDINÊ ZÊDE KIR’
 
Mizrakli bal kişand ser mexseda tayînkirina polîtîkaya qeyûman a desthilatdariyê û wiha got: “Gel rêveber ango nûnerên xwe dibêjere û dike hevşaredar. Lê belê dewlet qeyûm vîna gel desteser dike û memûrên xwe anjî rêveberê xwe wek qeyûm tayîn dike. Ev yek bi piranî di serdemên darbeyan de tên kirin. Mîna 27’ê Gulanê-12’ê Îlonê. Em bûn şahide bê yekê. Li ser erdnîgariya kurdan di 7 salên dawî de em dibin şahide vê yekê. Tayînkirina qeyûman rejîma zextkar dide nîşandan. Bi eşkereyî nenaskirina îradeya gel e. Hemû kesên ku tên hilbijartin rewabûna xwe ji encamên hilbijartinê digirin. Niha Serokkomar jî wisa ye. Lê belê 7 sal in ev pergal bi awayek neheqî vê rejîma xwe ya qeyûman didomîne. Desthilatdariyê li herêma me rejîmek taybet daye avakirin. Ev awayê rejîma mêtingeriyê ye. Li bajarê kurdan bi tayînkirina qeyûman polîtîkaya asîmîlasyonê û hilweşandinê ket dewrê. Ev yek xwe pir bi eşkereyî nîşan da. 
 
Sepana qeyûm ew e ku siyaseta demorkatîk asten bike û ji holê rake. Desthilatdarî dixwaze bi siyaseta qeyûman siyasetê li gorî xwe dîzayn bike û li xwecihîbûnê demokrasiyê tune bike. Qeyûm awayê êrişên herî bierbiçav ên rejîma nû ye. Ji ber ku li dijî polîtîkaya qeyûman hişmendiyek xurt çênabe, tayînkirina qeyûman nayê pûçkirin.”
 
‘QEYÛM BÛNE WEK GARNÎZONÊN MUDAXILEYÊ’ 
 
Mizrakli destnîşan kir ku qeyûm rejîmek îdarî ye ku dişînin ser îradeya gel û wiha axivî: “Qeyûm di heman demê de parçeyek hiqûqa taybet e ku desthilatdariyêl i gorî xwe çêkiriye. Ez dikarim pir bi eşkereyî bêjim ku pergala qeyûm talan e û li dijî hemû nirx û jiyana bajaran e. Serdema qeyûm êdî ji hedê xwe derketiye. Ji ber ku saziyên demokratîk ên sivîl û partiya me di asta tê xwestin de li dijî qeyûman deng dernexestin, pergala qeyûman nexistin zorê. Pergala qeyûm li dijî civakê, çand, nasname, baweriyan, nirxan, hafizeyê û siberojê ne û qeyûm bûne wek garnîzonên mudaxileyê. Divê em bi her awayî li dijî pergala qeyûm rêxistinek xurt bidin avakirin.” 
 
MA/ Mujdat Can