NAVENDA NÛÇEYAN - Hîzbullahê ragihand ku li bakurê Îsraîlê û başûrê Lubnanê 17 noqteyên leşkerî yên Îsraîlê hedef girtiye.
Hîzbullahê ragihand ku hêzên wan li bakurê Îsraîlê û li başûrê Lubnanê 17 noqteyên leşkerî yên artêşa Îsraîlê bi Balafirên Biçek û Bêmirov (ÎHA) hedef girtine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişê de 3 tankên Îsraîlê hatine îmhakirin û xaka Filistînê ya li bakurê Îsraîlê ya hatiye dagirkirin û Baregeha Leşkerî ya Şeragayê bi fuze û ÎHA’yan hedef hatine girtin.
Artêşa Îsraîlê heta niha jî têkildarî encamên êrişê tu daxuyanî nedaye.