QERS - Sewalwanên qersî diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan û îthalkirina goşt nikarin berhemên xwe bifiroşin û wiha gotin: “Anîna sewalan a ji derve çareserî nîne. Bila piştgiriyê bidin cotkaran.”
Yek ji çavkaniyên debarê ya xelkê Qersê, sewalkarî ye. Lê sewalkarên qersî rojên zehmet dijîn. Ji ber bihabûna ka û cehî, piyasaya sewalkariyê serûbin bûye. Daxuyaniyên îktîdarê yên têkildarî “îthalkirina gotş”, sewalkar xistiye nava fikaran.
SEWALKAR LI DIJÎ ‘ÎTHALKIRINA GOŞT’ BI BERTEK IN
Hasan Kaya ku zêdetirî 30 sal in sewalkariyê dike, diyar kir ku demên zehmet dijîn. Kaya, da zanîn ku demek berê du dewar bi 250 û 260 hezar lîreyan kiriye lê niha daketine 180 hezar TL’an. Kaya, da zanîn ku ew zirarê dikin û wiha got: “Telîsê êm bi 600 TL’an, kîloya kayê bi 3 hezar û 500 TL’an û yê gihayî jî 4 TL’an e. Lewma lêçûn zêde ne. Ji ber ku ji derve goşt tînin, yên me tu pere nakin. Lêçûnên dewarekî ya mehan e 5 hezar TL ne. Yên dikirin jî deyn distînin. Kîloya goşt ji me bi 280 TL’an distînin û li marketê bi 600 TL’an difiroşin. Yên kedê didin, zehmetiyê dikişînin em in lê xwediyên marketan qezenc dikin. Ji ber zêdebûna lêçûnan, êdî zevî nayên kêlandin. Ji ber ku lêçûn û dahat hev nagirin. Divê piştgiriyê bidin sewalkarî û çandiniyê. Tenê çareyek heye, divê goştê derve bidin sekinandin. Her wiha divê nehêlin pezê mê were serjêkirin. Nexwe dê sewalkarî tune bibe. Heke wiha bidome ez ê dev ji sewalkariya ku 35 sal in dikim berdim.”
'ÇARESERÎ, ALÎKARIYA BI COTKARAN RE YE’
Muhammed Budak jî da zanîn ku ji ber bihabûna lêçûnan û goştê ji derve tê welêt nikarin sewalên xwe bifiroşin. Budak, wiha domand: “Cotkar, ji ber polîtîkayên xelet ên îktîdarê mexdûr bûye. Ji ber ku welatî nikarin li sewalên xwe binêrin, çêlikên xwe yên bişîr jî serjê dikin. Ev jî tê wateya birbûna wan. Çendek sal berê li Dîgorê û gundên wê 200 hezar pez dihat xwedîkirin. Lê niha bi giştî 2 hezar pez ka heye yan na. Heke wiha bidome dê rewşa dewaran jî wiha be. Çareserî ne ew e ku goşt ji derve bînin. Çareserî, alîkarîdayina cotkaran e. Heta ev hikûmet neguhere dê çareserî çênebe. Ev hikûmet gel dixapîne. Vê hikûmetê zengîn zengîntir, feqîr jî hêj feqîrtir kir. Erdogan bi gustîlekê hat lê niha bûye ‘efendiyê gustîlan.’ Heke hikûmeteke nû were û piştgiriyê bide cotkaran dê çareserî bibe.”
'DI VÊ POLÎTÎKAYÊ DE SERERASTBÛNEK ÇÊNABE’
Sewalkar Erkan Altunbey jî ji ber rewşê bigazinc bû û wiha got: “Bihayê lêçûnan zêde dibe lewma hejmara sewalkar û cotkaran kêm dibe. Dewlet li şûna alîkariyê bide, ji derve goşt tîne. Ji me kîloya goşt bi 300 lîreyan digirin lê bi 700 lîreyan tê firotin. Yên dieciqin em gundî ne. Li vir tu febrîqe înin û tekena çavkaniya debarê sewalkarî ye. Heke wiha bidome dê sewalkarî tune bibe. Bi van polîtîkayan sererastkirinek çênabe.”
Înan Atabay jî bi bîr xist ku di demên berê de Qersê ji bajarên din re sewal dişand û ev tişt anî ziman: “Ma dê goştê îthal heta ku derê be? Nan bi 10 TL û xiyar jî bi 60 TL’an e. Niha jî qala heywanên îthal dikin. Goştê îthal tenê zirarê dide gundiyan. Heke li Qersê sewalkarî xelas bibe dê li welêt jî xelas bibe. Em di mijara veguhestina ajalan de jî pirsgirêkê dijîn. Em pirsgirêka guharê dijîn. Dema bêguhar bin, cezayê didin. Em dixwazin rayedar vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Alî Ozturk jî ji rewşa heyî bi gilî û gazinc bû. Ozturk, wiha got: “Niha li çewlika min de 100 dewar hene. Lêçûnên wan rojane 15 hezar TL’an derbas dikin. Em sewalan rojane difiroşin. Ji ber ku heke tu xwedî bikî dê nekarî ji bin lêçûnan derkevî. Lêçûnên wan li gorî par zêde bûn. Rewşa piyasayê baş nîne. Li gel vê, pirsgirêka guharan jî heye lewma em nikarin sewqî bajarên din bikin. Divê wezaret ji bo vê pirsgirêkê gav biavêje. Qedera cotkar û sewalkaran girêdayî 3-5 kesan e. Ev îktîdar li şûna îthalkirina sewalan, bila piştgiriyê bide cotkaran. Di esasê xwe de bi îthalê re çandiniya welêt tune dikin.”
MA / Mehmet Guleş