Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
- rojane
- 15:29 29/6
MED TUHAD-FED û OHD’ê rapora xwe ya têkildarî 115 girtîgehan parve kir. Di raporê de hate gotin ku 3 hezar û 500 serlêdan ji wan re hatine kirin, 631 girtiyên nexweş hene, 400 girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn bi sala ye di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û 359 girtiyên înfaza xwe temam kirin hêj nehatine berdan.