ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- rojane
- 09:00 02/6
Wekîlê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû diyar kir ku 10’emîn Paketa Darazê rê li ber şikestineke hêviyên gel vekiriye û got: “Xizmên bi deh hezaran girtiyan li benda azadiya xizmên xwe bûn.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Sêrtê di kongreya partiya xwe de axivî û got: “Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin. Hûn ê gav biavêjin, ji bilî vê tu rê nînin.”
Şandeyeke ji Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê di çarçoveya serdana xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi Hevseroka Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re hevdîtin kir.
Parêzer Rana Mîne Kahramanoglû ku doza têkildarî qetilkirina Narîn Guranê dişopand, diyar kir ku ew ê ji bo guherandina pergalê biguherin û got: “Ji bo êdî tu bûyerên mîna ya Narîn Guranê neqewimin em ê bixebitin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku îktîdar ji bo civakîbûna aştiyê tu gavên şênber naavêje û got: “Bi gotinê sifir nabe zêr. Dem dema icraetê ye.”
Şaredariya Curnê Reş a DEM Partiyî di nava salekê de ji çêkirina rêyan heta navendên jinan û etutan, gelek navend vekir. Hevşaredar Serhan Paydaş, got: “Tiştên di 45 salan de nehatine kirin me di salekê de kirin.”
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn 10’emîn Paketa pêşkeşî Meclisê hatiye kirin nirxand û got: “Tu aliyekê vê pêşnûmeyê ya ku ji bo çareseriyê hêviyê bide tune ye. Divê di înfazê de wekhevî hebe û TMK were rakirin.”
Derket holê ku xebatkarê şaredariyê Cevher Ş. li Şirnexê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokê hatiye girtin. Parêzerê bersûc bi îdiaya “kêmaqil e” parastin kir.
10'emîn Pakêta Darazê ya ku pêşkêşî meclisê hate kirin li Komîsyona Dadê li gel hemû nerazîbûnan jî bi dengên AKP û MHP'ê hate qebûlkirin.
- TEV-ÇAND'ê ji malbata Cûma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) ku di çalakiya nobedê ya Bendava Tişrînê de hatibû qetilkirin re name şand.
Hevserokê Koma Çep a PE'yê Martîn Schirdewan tevî şandeyekê bi fermanda YPJ'ê Rojhilat Efrîn û Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêk anî û têkildarî geşedanên herêmî agahî wergirt.
Li Amedê bi pêşengiya TJA'yê bi hezaran heta Ulu Camiyê meşiyan û jinan diyar kirin ku dê li dora 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' bibin yek û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
Di çalakiyên Enqere û Stenbolê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweşên giran Firat Nebîoglu û Mecît Başdaş her roja diçe girantir dibe û daxwaza tehliyeya wan hat kirin