Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
- rojane
- 14:38 08/6
Li Îmraliyê Abdullah Ocalan û 6 girtiyên dîtir bi munasebeta cejnê bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.
Li Îmraliyê Abdullah Ocalan û 6 girtiyên dîtir bi munasebeta cejnê bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.
Girtiyê 30 salî Mehmet Bahattîn Oncu yê ku li Girtîgeha Bodrûm Tipa S'yê dimîne, berdana wî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin û berdana wî ji bo 6 mehan hate dirêjkirin.
Dadgeha Herêmî ya Edeneyê biryara dadgehê ya der barê 3 kesên ku bi çekan êrîşî buroya HDP'ê ya navçeya Yûregîrê kirin de red kir û îdîa kir ku sûcê 'gefa bi çekê' ya li dijî Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Yûregîrê Dûrmaz Ozmen pêk nehatiye.
Ji Bendava Xernekê ya li çemê Karasû yê navçeya Payîzava ya Wanê bi armanca avdanê hatiye çêkirin lê ji ber ku avê nadin gundiyan bax û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn. Gundiyan diyar kirin ku ew nikarin bi çandinî yan jî sewalvaniyê re mijûl bibin û ragihandin ku piştî Cejna Qurbanê ew ê dest bi çalakiya protestoyî bikin.
Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê û koçberî her diçe zêde dibe, nexweş neçar dimînin bi mehan li benda tedawiyê bimînin. Pisporên tenduristiyê destnîşan kirin divê xizmeta tenduristiyê bi wekhevî, berdestî, bêpere, bi zimanê dayikê, bi qalîte bê dayîn.
Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş ên giran Hasan Ruzgar û Kerîm Boran daxuyanî hatin dayîn û banga tehliyeyê hat kirin.
DEM Partî di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de bi gel re civiya. Di çalakiya li Wanê de Pervîn Bûldan axivî û got, "Em ji vê pêvajoyê bawer in. Ji ber ku Birêz Ocalan heye û em bi wî bawer in."
Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidarxistin û gotin: "Ger aştî pêk were bila hestiyên me bidin me, da ku goreke me jî hebe."
Bi binçavkirina endezyarê înşaetê re têkildarî şewata li Amedê ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmara binçavkirinan derket 5'an.
DFG dê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr li kolana ku hatiye qetilkirin bi bîr bîne.
Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ji ber ku goreke ku ziyaret bikin nîn e, ji ber vê qet cejn pîroz nekiriye û li Qada Galatasarayê hezkiriyên xwe bi bîr tînin.
Bi boneya Cejna Qurbanê AKP'ê DEM Partî ziyaret kir. Di serdanê de hat gotin ku civak piştgirî dide pêvajoya heyî û li welat atmosfereke nû hatiye afirandin.
Li Dîlokê Seçîl Kaymakçi û zaroka wê ya 4 salî li mala xwe ya derîgirtî bi guman de mirî hatin dîtin.