Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
- rojane
- 13:08 17/9
Li navçeya Cizîrê, Basa û Hezexê polîsan bi ser malan de girt û gelek kes kirin binçavan.
Li navçeya Cizîrê, Basa û Hezexê polîsan bi ser malan de girt û gelek kes kirin binçavan.
Rojnamevan Medîne Mamedoglû ji ber parvekirinên xwe yên têkildarî şewata li navçeyên Şemrex û Xana Axpar derketibû îfade da.
Li gundê Pêçarê yê Licê liv û tevgera leşkerî berdewam dike.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku ji 35 welatan zêdetirî 500 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirine û wiha bang li hikûmetê kir: “Hûn çiqas guh û çavên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike.”
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
40 girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê tên ragirtin diyar kirin ku ji cezayên hucreyan bigire heta cezayên astengkirina tehliyeyan, ji xizmeta tenduristiyê heta tecrîdê re bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû ne.
Di lêpirsîna têkildarî qetilkirina Narîn Guranê de ligel Hediye Guranê 2 kesên din sewqî edliyeyê hatin kirin.
Di doza kuştina endamê AKP'ê Tahîr Guven de, bêyî ku kamera û qeydên HTS'ê bên lêkolînkirin û bermayiyên çekan bên danberhevkirin, cezayê muebeda giran li Mîraç Dînç hat birîn.
Ercan Sevmez ê hevalê Nûnerê KNK'ê yê Hewlêrê Deniz Cevdet Bulbun ku di xebatên ziman, dîrok û yekitiya netewî ya kurdî de cih girt û li Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin, anî ziman ku ew mamosteyê hemû kesên li Kurdistanê bû û ew ê dest ji doza wî bernedin.
Parêzer Tahir Demîrcî çû serdana girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday û diyar kir ku Kuday êdî cot dibîne û ketiye nav nivînan. Demîrcî, wiha got: “Hêj xebera nebaş nehatî divê gav bên avêtin.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa biryara “binpêkirina mafê hêviyê” ya DMME’yê der barê Abdullah Ocalan de dabû, piştî sê salan carek din dê îro bixe rojeva xwe.
Di erdheja 6’ê Sibatê de bi hezaran welatî ji ber kêmasiya peywirdarên cemaweriyê, di bin xaniyên ku kontrola wan baş nehatine kirin de, jiyana xwe ji dest dan. Endamê Navenda ÇHD’ê Ergîn Sozen destnîşan kir ku dozên peywirdarên cemaweriyê tên cudakirin, piştguhkirin û banga xwedîderketina dozan kir.
Li çoltera Licê ya operasyona leşkerî lê hatiye destpêkirin dengê çekan bilind dibe.
Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li Îzmîrê de hate diyarkirin ku ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelan daxwaza aştiyê tê kirin û hate destnîşankirin ku heta encam negirin dê têkoşîn bidome.