Kişanak: Li girtîgehê pirtûk qedexe kirin

  • rojane
  • 15:49 21 Cotmeh 2019
  • |
img

ENQERE - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ji ajansa me re name şand û diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara  1 a Kandira pirtûk qedexe kirin. 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kocaelî name ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn, vegot. 
Kişanak, di nameya şand de, diyar kir ku rayedarên girtîgehê rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan û ligel ku serî rêyên hiqûqî dan jî tu encam bi dest nexistin. 
 
PIRTÛK QEDEXE KIRIN 
 
Kişanak, da zanîn ku li Girtîgeha Kandira pirtûk hatin qedexekirin û wiha got: “Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê, pirtûk û kovarên ku bi kargoyan tên şandin û pirtûkên ziyaretvan bi xwe re tînin nade girtiyan. Biryara hatiye girtin ku êdî van pirtûk û kovaran nedin girtiyan. Em li Dadgeriya  Înfazê ev biryar îtîraz kir. Emê lê mêze bikin ka wê çi demê biryar bidin. Biryar hat girtin ku em bi pereyan pirtûk û kovaran bikirin.”   
 
Kişanak, bi bîr xist ku wan di vê mijarê de serî li rêyên darazê dane û bang hestiyariyê li sazî û dezgehên mafên mirovan kir. 
 
REWŞEKE KARESATÊ YE
 
Kişanak, derbarê qedexekirina pirtûkan de ev nirxandin kir: “Qedexekirina pirtûkan rewşeke karesatê ye. Ger pereyê em hebe em dikarin pirtûkan bikirin. Pirtûk ne malê bazirganiyê ye ku bê xelaskirin.”