MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût ku hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin.
Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût ku di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê de hatibûn girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin, ji Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin.
Piştî girtina hevşaredaran di 18'ê Cotmehê de qeyûm tayînî şûn a wan hatibû kirin.