Hevşaredarên Nisêbînê sewqî Xarpêtê kirin 2019-10-21 14:41:18   MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût ku hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin.   Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût ku di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê de hatibûn girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin, ji Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin.   Piştî girtina hevşaredaran di 18'ê Cotmehê de qeyûm tayînî şûn a wan hatibû kirin.