Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine
- jin
- 10:03 24/11/2023
Li Wanê jinan diyar kir ku sedema bingehîn a zêdebûna tundiyê polîtîkaya necezakirinê ye ku li faîlan tê sepandin.
Li Wanê jinan diyar kir ku sedema bingehîn a zêdebûna tundiyê polîtîkaya necezakirinê ye ku li faîlan tê sepandin.
Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinbûyîna xwe xurt dikin, bi Hiqûqa Malbatê ya ji 6 sernavan û 41 xalan pêk tê, malbatê ji nû ve pênase kirin.
Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş anî ziman ku ew ji bo bi temamî jiholêrakirina nêrzatiya di çapemeniyê de têdikoşin û got: "Her ku ziman diguhere feraset, her ku feraset diguhere kes diguherin."
Zanyara Siyasetê ya Misirî Fernas Attîa anî ziman ku têkoşîna wan dê dûr û dirêj bidome û got: "Em berdewama wê têkoşînê ne ku me ji Zanobia, Nefertiti, Hatshepsut, Shajarat al-Durr, Dr. Suhair Al-Qalamawi, zanyar Samira Moussa û gelekên din dewr girtiye. Em ê li ber xwe bidin."
Aktîvîsta mafên jinan Zozan Ozgokçeyê diyar kir ku divê rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin û got: "Em ê di 25'ê Mijdarê de têkoşîna xwe mezintir bikin."
Siyasetmedar Gulseren Yildirim ku di panela jinan axivî, bal kişand ser felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala û got: "Tecrîd çima ev qas giran tê sepandin? Çimki ji felsefeya birêz Ocalan ditirsin. Lê ev felsefe reh ber dide."
Jinan diyar kirin ku 25’ê Mijdar salvegera sekna li dijî patriyarkayê ye û gotin: “Em ê li dijî şer, tundî, xizanî û kedxwariyê her tim jiyan û mafên xwe biparêzin.” Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê banga tevlibûnê kirin.
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari ku li navçeya Defneyê bi jinên ku mexdûrên erdhejê ne re civiya, destnîşan kir ku ji bo mexdûrên erdhejê neyên jibîrkirin divê herkes dengê xwe derxîne û wiha got: “Em ê vê birînê bi hev re derman bikin.”
Li Mîdyadê têkildarî cînayeta Gulcan Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin.
Dengbêj Hediye Kalkan destnîşan kir ku dengê jinê yê ku dixwestin qut bikin bi yekem serhildana jinê ya dengbêjiyê belavî her çar aliyê cîhanê bûye û got: “Dengbêjî serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr e. Ji yek bingehên têkoşînê ye.”
Endama NAR'ê Rosy Monakiyê diyar kir ku li dijî diyarkirina çarenûsa xwe ya jinan polîtîkayên tirsnak tên sepandin û got: "Li Yewnanistanê tevgera femînîst a radîkal bihêz dibe. Tehemûla me ji bo çanda destdirêjiyê, ji bo tundî, îstîsmara zayendî û tacîzê tune ye. Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin."
Parlamentera HEDEP'ê ya Mêrdînê Beritan Guneş di panela jinan de axivî. Guneşê bal kişand ser tecrîdê û got: "Heke ku pergala cîhanê biguhere, ev dê beyî jinan û paradigmaya birêz Ocalan çênebe.”
Nasim Simiari ya 7 meh berê bi hinceta tev li çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” bûye hatibû binçavkirin, ji bo nederxistina xwe ya dadgehê şermezar bike, dest bi greva birçîbûnê kir.
Li Wanê dê fînala çalakiyên 25'ê Mijdarê li ber Navenda Kar a Ezbercîlerê bê lidarxistin. Jinan bi dirûşma "jin, jiyan, azadî"yê hemû hevcinsên xwe vexwendin çalakiyê.