Jin wê ji bo Dokûyê li Dersimê bin
- jin
- 09:11 11/7/2020
Jinên HDP'ê wê sibê fînala kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derî ye" li Dersimê ji bo Gulîstan Dokûyê li dar bixin. Hevseroka HDP'a Bajêr Nûrşat Yeşîl, ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir.
Jinên HDP'ê wê sibê fînala kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derî ye" li Dersimê ji bo Gulîstan Dokûyê li dar bixin. Hevseroka HDP'a Bajêr Nûrşat Yeşîl, ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir.
Aktîvîsta femînîst Bernîn Sonmez, bal kişand ser tundî û îşkenceya li dijî jinan û anî ziman ku polîs li qereqolê heta ji CÎMER'ê fermanê negirin nikarin tev bigerin û wiha got: "Bi betalkirina Peymana Îstanbul wekheviya jinê dikin armanc.
Platforma Jinan a Li Dijî Efoya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan 103 a TCK’ê, wê roja Şemiyê li dijî afoya îstîsmarkarên zarokan û guhertina Peymana Stenbolê dakeve qadan. Jin wê di vê çarçoveyê de li ber deriye Meclîsê çalakiya xwe dewam bikin.
Xwişka Gulîstan Doku Aygul Doku, diyar kir ku Waliyê berê Tuncay Sonel ji wan re gotiye, “Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be” û got: “Dozgerê me pê re hevdîtin kir jî, ji me re got, li sedî 99 Gulîstan di bendavê deye. Lê ligel vê yekê jî xebatên lêgerînê hatin rawestandin.”
Jinên Wanê diyar kirin ku îşkence û girtina aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn hatiye kirin li dijî her kesî pêk hatiye û ew ê li dijî îşkenceyê û girtinan rêxistinbûyîna xwe mezin bikin.
Şaredariya Panosê, ji bo jinên li navçeyê xwe rast e rast bigihînînê Xeta Mor ji xizmetê re vekir.
Dildara Sîwana Mor Ayşegul Ozadak kuştina Zeynep Topal nirxand û diyar kir ku dewlet û sitargeh ne jinan zilam û zîhniyeta wan diparêz in û eşkerekirina cihê sitargehê li gorî qanûnan sûc e.
Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, diyar kir ku dewlet, bi armanca têkoşîna jinan ji holê rake, li rêbazên îşkenceyê dide û got: “Em ê bi hevre têkoşîna xwe ya jinê ya li dijî êrîşan mezintir bikin.”
Dadgerê Cezayê Sulhê ya Nobedar, der barê Aktîvîsta TJA'yê û Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn ku polîsan 12 roj berê bi îşkenceyê ew binçav kiribûn, biryara girtinê da û şand girtîgehê.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo, bal kişand ser rola jina Kurd û êrîşên li dijî jinan û got: “Rêxistinkirina jinan ên li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê, ji hemû jinên cîhanê re bûye minak û lêvegerek. Rola jinan di şoreşê de sereke ye. Ji ber ji rêxistinbûna jinan ditirsin, wan dikin hedef. Em bang li jinên li bakur Sûriyê dikin ku destekê bidin hev.”
Jinên endamên Kirkyama û FemînAmfiyê, li dijî derketina Tirkiyeyê ya ji Peymana Senbolê, Miduriyeta Bajar a Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê dagir kirin û pankart lê daleqandin.
Şaredariya Giyadinê, bi armanca îstîhdama jinan, dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir
Zeynep Topal a bi hevjînê xwe Osman Topal re pirsgirêk dijiya û di stargeheke li Stenbolê de dima, piştî vegeriya Kanîreşê, bi awayekê destê wê bi paşve girêdayî û gule lê hatî reşandin, mirî hat dîtin. Osman Topal û du xizmên wî, derbarê kuştina Zeynep de hatin binçavkirin.
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Parêzer Mehtap Sert destnîşan kir ku Peymana Stenbolê peymaneke jiyanî ye û bertek nîşanî hewldanên ji bo rakirina îmzeya li bin peymanê: "Heger îmzeya li bin peymanê bê rakirin ev tê wateya ku dewlet şideta ku dike rewa dike zêde dibe."
Meclîs Jinan a HDP’ê ya Wanê, di çarçoveya kampanyeya “Têkoşîna Jinan Li Her Derêye” de bernameya xwendina pirtûkan li dar xist.