ÎZMÎR - Gulten Akgul ku tehliyeya wê du caran hatibû taloqkirin, piştî 31 salan ji girtîgehê hate berdan.
Gulten Akgul ku li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê dihat ragirtin û înfaza cezayê xwe yê 30 salan temam kiribû û tehliyeya wan 2 caran ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin, piştî 31 salan hate berdan. Tehliyeya Gulten Akgulê di 19’ê Hezîrana 2024’an û di 19’ê Sibata 2025’an de ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve hatibû taloqkirin. Gulten Akgul, li pêşiya girtîgehê ji hêla rêveberên DEM Partiyê û TUHAYDER’ê ve hate pêşwazîkirin.