Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
- jin
- 10:35
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê, di meha Cotmehê de 25 jin û zarokek hatin qetilkirin,; 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê, di meha Cotmehê de 25 jin û zarokek hatin qetilkirin,; 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li Alî Osman Bûzlak ê ku Hatîce Agcakale Bûzlakê qetil kir, cezayê muebeda giran hat birin.
Danişîna doza Şehrîban Şeker ku ji ber hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê tê darizandin, hat lidarxistin.
MKG’ê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafan a Cotmehê aşkera kir û got ku zextên li ser rojnamegeran giran dibin.
TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê ava kir. Di deklarasyonê de hate gotin ku dê bi hêrsa jinên hatune qetilkirin li qadan bin û wiha hate gotin: “Bi mîrateya ji Mîrabalan heta rojea me, em ê jiyaneke bêtundî û azad bi civaka demokratîk ava bikin.”
Parêzer Selîn Balkiş Yagdiran, diyar kir ku qetlîamên jinan ne ji ber hêrsa şexsî û tundiya malbatî ye, encama herî giran a newekheviya zayendî ya civakî ye û got: “Pirsgirêk a civakê ye. Çareseriya wê tenê bi piştevaniya civakî pêkan e.”
Hejmara 140’an a kovara Jinê bi manşeta “Ezmûna demokrasiyê ya meclisê: Beşdariya jinan, pêşeroja civakê” derket.
Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye Ferîde Eralp, diyar kir ku ji bo civakîbûna aştiyê divê were nîqaşkirin û got: “Hewceye rê were dayin ku rêxistinên jinan û rojnameger bikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin.”
Rojnameya Newaya Jin, bi hejmara xwe ya Mijdarê derket pêşberî xwînerên xwe. Rojname, bi manşeta “Ji demeke ku pel jî nahejîne heta ‘Jin Jiyan Azadî’ye” derket.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bernameya çalakiya 25’ê Mijdarê ya partiya xwe ya bi şîara " Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin" dê bê lidarxistin, aşkera kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê civîna bi dirûşma “ber bi bajarên jinan ve” li dar bixe.
Parêzer Jiyan Ozkaplanê diyar kir ku tundiya mêran pirsgirêkeke pirqatî ye û got: "Tundiya ku behsa wê tê kirin dikare ji Stenbolê heta Wanê cuda bibe. Li vir, sûcdar bi cilên fermî hene. Mantiqa 'Ew Kurd in, dewlet dê min biparêze' dikeve dewrê."
Fîlozofa feminîst Eva Kittay, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan peyamek şand û got: “Li dinyaya me ku ji demokrasiyê dûr dikeve û şer û pevçûn zêde dibin de bi rastî jî pêwîstiye me bi hewldanên wiha heye.”
Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Sîmge Yardim, diyar kir ku dibistan êdî ji bo zarokan ne qadên biewle ne û got: “Necezakirin, dibe sedem ku sûcên li dijî zarokan zêde bibin.”
Li gor daneyên Baroya Wanê, ji Çileya 2024'an heya Îlona 2025'an 2 hezar û 299 neha jin û zarok bi 27 sûcên cuda hedef hatine girtine.